Kitêbxaneyeke ji mirovan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 21 Îlon 2021 - 01:52

  • Kitêbxaneya “Menneskebiblioteket” ji dêvla kitêban mirovan kom dike û wan weke kitêban dihewîne. Kesên bixwazin tên van mirov-kitêban nas dikin û bi wan re sohbet dikin. Li gorî pêdiyiya xwe bi hev dişêwirin û ji hev pirsan dikin. Dirûşmeya kitêbxaneyê “Kitêbê li gor bergê wê nenirxînin! Em mirovan wek kitêbeke vekirî pêşkeş dikin” e.

Heta niha li dinyayê em bûne şahidê gelek pirtûkxaneyên cihê. Bi pêşketina teknolojiyê kitêbxaneya dengan û yên dîjîtal hatin ava kirin.

Her wiha ji xwe em hay ji wan kitêbxaneyên mezin yên ku bi cildên kevn yên kaxizî hatine dagirtin hene. Di hin kitêbxaneyan de mirov dikare bibêje hin pirtûk hene ku bi salan devê wan nehatiye vekirin, toz xwe li ser wan girtiye û ew bêdeng di refikan de li benda xwîneran in. Lê li Kopenhaga Danîmarkê, komek mirovên xwedî nihêrînên balkêş, kitêbxaneyeke ku berê qet nehatiye aqilê kesî, ava kirin. Piştî demekê jî ev ceribandina wan a nû û cihê bi ser ket û ev 20 sal in, ev kitêbxane heye.

Tawanbarkirin û darizandin tine bû

Kitêbxaneye “Menneskebiblioteket” (Kitêbxaneya ji mirovan) di sala 2000’î de ji hêla komek mirovên afirîner ve hat damezirandin. Kesên bi navê Ronni Abergel, Dany, Asma Mouna û Christoffer Erichsen vê projeyê bi pêş dixin. Ew destpêkê ji bo festîvala “Roskilda” hatibû sêwirandin û fikreke balkêş bû. Di festîvalê de her kesî ji bo nîv saetê mirovek wê hilbijarta û li gel wî sohbet bikira. 

Li gorî mijarekê yan ji serenavekî diyarkirî, mirov kîjan mijar bixwestana li gorî wê biryar dida û bi wî mirov-kitêbî/ê re diaxivî. Vê yekê jî derfeteke nû dida mirovan: Wan karî pirsên zor ên ku carinan nikarîn ji xwe jî bikin, ji mirovkitêba/ê li hemberî xwe bikin; û mirovan dikarî pirsên di dilên xwe de bê şerm bipirsin. Di vê hevdîtin û xwendinê de gunehbarkirin û darizandin tine bû. Ji bo kesê ku nikaribû van pirsên zehmet ji xwe jî bipirse, pêvajoyeke têr û tije bû. 

Kitêbê li gor bergê nenirxînin!

Piştî ku li festîvalê ev fikra wan elaqe û bala mirovan dibe ser xwe, ew dixwazin vê kitêbxaneya ji mirovan mayînde bikin û wek projeyekê bipêştir bixin. Kitêbxaneya bi navê “Menneskebiblioteket (Kitêbxaneya Mirovan)” ji dêvla kitêban mirovan kom dike û wan weke kitêban dihewîne. Kesên bixwazin tên van mirov-kitêban nas dikin û bi wan re sohbet dikin. Li gorî pêdiyiya xwe bi hev dişêwirin û ji hev pirsan dikin. Gava karê wan diqede, dîsa her kes bi riya xwe de diçe. Dirûşmeya kitêbxaneya “Menneskebiblioteket”  “Kitêbê li gorî bergê wê nenirxînin! Em mirovan wek kitêbeke vekirî pêşkeş dikin” e. Kitêbxane îro li 6 parzemîn û 85 welatan vî karê xwe dewam dike. Navenda wê her çiqas li Danîmarkê be jî wê xwe gihandiye gelek mirovên welatên din jî û bi vê rêyê dikin ku mirov hevdû nas bikin û di hin mijaran de bibin xwedî agahî. Li van welatan jî kitêbxaneyên bi vî rengî hatine damezirandin. Weke ku mirov çawa diçin kitêbxaneyê û li wir kitêban dixwînin, bi vê projeyê jî mirov hevdû nas dikin û li ser mijarên ku dixwazin biaxivin, dişêwirin yan jî nîqaş dikin.

Kî bixwaze dibe mirov-kitêbek

Tişta balkêştir ew e ku kî bixwaze, dikare bibe perçeyekî vê projeyê. Kesên ku bi dilê wan e, cerebe û ezmûnên xwe bi mirovên din re parve bikin, dikarin miracaetî malpera kitêbxaneyê bikin û bibin mirov-kitêb. Mirovên ku dibin kitêb, nexasim ji wan kesên ku bi hin taybetmendiyên xwe ji civakê hatine dûrxistin, tên hilbijartin. Mijarên ku bêhtir şaş hatine fêhmkirin. Kitêbxane dixwaze mirov li ser van mijaran hûr bibin û ji hukm û pêşhukmên xwe yên heyî yên ku civakê bi wan dane qebûlkirin, dûr bikevin. Hin mijarên sereke yên kitêbxaneyê wiha ne: Bîpolar, depresyon, otîzm, şîzofrenî, polîtîka, cinisiyet, ol, eraq, tacîz, hiv+, penaber, misliman, leşker, kesên bê cih û war û gelek mijarên bi vî rengî hene. 

Bersivên pirsên nayên kirin

Mirov li gorî pêdiviya xwe van kitêbên ji mirovan hildibijêrin û bi wan re wext dibihurînin. Ev wext bi wan re empatî, sebir û parvekirinê bi pêş dixe. Her wiha derheqê hin mijaran de bi mirovan re xweşbînî jî ava dibe. Di nav nîv saetê de divê xwîner karibe pirsên xwe bike û bersivên tiştên meraqa xwe derbarê wê mijarê de, bigire. Kitêbxane ji bo vê hevdîtinê mekanekî pirr baş ava kiriye û xwîner piştî ku kitêba xwe ango mijara dixwazin hildibijêrin, li ciyekî rûdinên û dest bi xwendina xwe yanî sohbeta xwe dikin. 

Kitêbxane ji bo vê rewşê dibêje, “Xwîner pirsên ku qet nikarin bikin, di vê sohbetê de dikin. Kitêbên me heta ji wan tê dixwazin ew pirsên baş yên ku heta wê demê qet nekirine, ji wan bikin. Hin mirovên ku qet nikaribin werin cem hev, bi saya vê kitêbxaneyê dikarin werin cem hev û li ser mijarên ku meraq dikin, bibin xwedî agahî.”  

Nefreta tenê ji kesekî zehmet e

Kitêbxane bi nihêrîna “Li hember stereotîpan derfeteke têkoşînê” tevdigere û dixwaze mirov xwe hinekî biguherînin. Bill Carney ku xwe wek “Aktivîstê Reş” bi nav dike, ew jî di vê projeyê de wek mirov-kitêb cih digire. Bill Carney derbarê kitêbxaneyê de dibêje, “Hêsan e ku mirov ji komekê nefret bike, lê zehmet e mirov tenê ji kesekî nefret bike...” Bill Carney wiha didomîne, “Elbet ez bawer nakim ku bi axavtina 25 deqeyî hin mirovan biguherînim. Ev pozbilindî ye! Lê ez karibim guhertineke piçûk jî bikim, ev ji bo min serketineke mezin e.

Bi vî awayî ez ê karibim zorê bidim wan da ku pirsan bikin, ev jî tiştekî hêja ye li gorî min. Jixwe, mîsyona vê kitêbxaneyê jî ew e ku bêyî hukm û pêşhukm mirov karibin ji hev pirsan bikin û hin tiştên nû ji hev hîn bibin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.