Kitêbek û 30 sal zilma li Kurdên li Elmanyayê

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 6 Mijdar 2023 - 00:07

30´yê Cotmehê li bajarê Elmanyayê Frankfurtê ji bo danasîna kitêbekê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî li avahiya Medico Internationalê bi rê ve çû û sê nivîskarên kitêbê jî li wir axivîn: Alexander Galssner-Hummel, Kerem Schamberger û Monika Morres. Kitêb li ser qedexekirina PKK´ê û zilma li dijî Kurdên di warê siyasî de çalak e. Jixwe navê kitêbê têra xwe tiştan îfade dike: Geflohen. Verboten. Ausgeschlossen: Wie die kurdische Diaspora in Deutschland mundtot gemacht wird (Penaber bûn. Hatin qedexekirin. Hatin vederkirin: Çawa dengê dîasporaya Kurd li Elmanyayê tê birrîn). 

Di rojeveke têra xwe guhertî de hola piçûk tijî bû û xelkê bi pirsên xwe yên piştî xwendina ji kitêbê û gotarên nivîskaran elaqeya xwe nîşanî mijara kitêbê da.

Alexander Galssner-Hummel ji destpêk û dawiya kitêbê qismekî kurtkirî xwend, behsa “Egîd”ekî kir. Egîd li bajarekî piçûk ê eyaleta Bayernê, Hersbruckê dimîne. Alexander Galssner-Hummel bi îhtîmam beşên xwendinê neqandibûn û çend caran got, PKK neçûye Hersbruckê, lê qedexekirina PKK´ê çûye wir. 

Dixwest bibêje, ka çawa bi qedexekirina PKK´ê kesên bêrî jî dikevin ber çerxên zilma li dijî siyaseta Kurd. Egîd dixwaze bibe polês, û mala xwedê ava dewleta Elman bi neheqî nahêle bibe polês. Ev fikra min a şexsî ye û bi ti awayî neheqiya li Egîd hatiye kirin, piçûk nake. 

Diyar e ku nivîskarên kitêbê xwestine bi nimûneya Egîd nîşan bidin ku qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê ji bo krîmînalîzekirina temamê Kurdan tê bikaranîn û weke sîlehekê hazir e li dijî her Kurdî.

Lê esl û feslê meselê, yeke din e: Krîmînalîzekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê weke tevgereke siyasî jî hem neheqî ye û hem jî encamên wê yên xirab hene li ser Kurdên li Elmanyayê dimînin. Çima mirov nikaribin siyasetê bikin, balê bibin ser neheqiya li Kurdistanê a bi destê dewletên dagirker, çima dewleta Elman destûra xwe binpê dike û mafên sereke yên Kurdan ji dest wan digire?

Kerem Schamberger û Monika Morres bi van mijaran daketin. Wan esas hê ji beriya qedexekirina PKK´ê jî rola Elmanyayê ya di warê krîmînalîzekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê de bi bîr xist, behsa wê yekê kir ka krîmînalîzekirina Kurdan çawa biryareke siyasî ye, û israra 30 salan a dewamkirina vê neheqî û zilmê li bêhtirî milyonek Kurdên li Elmanyayê hîna jî biryareke siyasî ye. 

Monika Morres, bi dehan sal e weke hiqûqzan li ber zilma siyasî ya li dijî Kurdan radibe. Wê kite bi kite bi xalên qanûna ceza ya Elman 129 û 129b´yê daket û bi nimûneyên dozan nîşan da ka çawa bê delîl û esas bêyî ku sûc hebin çawa ceza li siyasetvan û aktîvîstên Kurd tê birrîn. Yanî bi van her du qanûnan, ne lazim e çalakiyên mirovan sûc bin; weke nimûne organîzekirina xwepêşandanan ne sûc e, organîzekirina festîvalan jî ne sûc e, çûna serdanên sersaxiyan jî; lê ev kirin hemû dikarin weke delîl bên nîşandan ji bo îsbatkirina endametiya rêxistineke “terorê ya biyanî”. Dewleta Elman ev qanûn esas ji bo krîmînalîzekirina Kurdan derxistin û îro li dijî hin komên din jî bi kar tîne, lê bi awayekî esasî pişta çerxa wê ya zilma li dijî Kurdan pêk tîne tevî qedexekirina PKK´ê. 

Heger hûn dixwazin nimûneyên herî ecêb ên vê zilmê û awayên wê yên cihê yên li dijî kesên bêrî, lê her wiha li dijî siyasetvan û aktîvîstên Kurd li Elmanyayê nas bikin, ev kitêb çavkaniyeke baş e.         

Kunyeya kitêbê weke li jêr e:

Geflohen. Verboten. Ausgeschlossen: Wie die kurdische Diaspora in Deutschland mundtot gemacht wird. Weşanên Westend Verlag, Frankfurt 2023. 216 rûpel.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.