Kitêbek li ser Şivan Perwer



Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 17 Kanûn 2023 - 16:19

Amanj Yehya bi rasthatina 50 saliay karê hunerî yê Şivan Perwer, kitêbek bi navê “Stranên Şivan Perwer: Nota, Analîz, Muzîkteorî” nivîsand. Weşanxaneya Rûpelê kitêb weşand. Berhem li ser notakirina stranên hunermend û komposîtor Şivan Perwer e da ku mirov wan rast strîne û îcraya wan bi sazên muzîkê bike. Ev cara ewilî ye ku bi vî rengî berfereh a bi nota, analîz û muzîkteorîyê ya li ser Şivan Perwer û hunerê wî berhemeke welê tê pêşberî me.


Di berhemê de ligel pirranîya stranên bi Kurmancî yên Şivan Perwer, hinek stranên gelêrî û stranên din ên bi Kirmanckî û Soranî jî cih digirin.


Muzîknas û awazdanêr Amanj Yahya, ew melodî û awazên Şivan Perwer yên ku di serdem û çaxên cuda de hatine gotin, bi heman awayî kirine nota û bi vî awayî ew dîroka ku ev stran û melodî tê de derbas bûne, bi awayekî rast û durist raberî meraqdarên muzîkê dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.