Kitêbek ji serpêhatiyên jinan re

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 16 Sibat 2021 - 01:33

  • Houzan Mahmoud: Erka me ye ku em li dengê binerdkirî yên jinên xurt bigerin, ew jinên ku ji dîrokê hatin birin. Bi çi awayî jiyana wan ji wan hatibe stendin jî, destketiyên wan û cihê wan ê heq di dîrokê de hê jî bilind dibe.

Houzan Mahmoud (Hûzan Mehmûd) edîtoriya kitêba bi navê Kurdish Womes´s Stories (Serpêhatiyên jinên Kurd) e. Ew dibêje, "Ji bo jinên ji nifşê min, yên ku şahidî kirin li rastiya dijwar a jiyana di bin desthilatdariya dîktatoriyê de û li nav malbatên wisa mezin bûne ku berxwedana çekdarî li dijî rejîmê kirine, jiyan weke xewnereşkê bû. Dîtina mirinê, mehûbûna malbatên sihê, û ew tirsa ku li ser civaka me timî hebû, ya normal bû." 

Ew dibêje, wê hewaya tirsa mezin jiyan veguherandiye serpêhatiyên bi saw ên li pey hev û têkoşîneke tenê saxmayînê. Bi ya wê "Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê sax filitîne ji dîktatoriyên bi jehr ên cihê û li dijî wan li ber xwe dane." Ew îdîa dike ku heta bi Şoreşa Rojava fîgurên sereke yên van têkoşînan mêr bûne û wiha dewam dike: "Jin tevî rola xwe ya heyatî, nexuya man yan jî statuyeke talî dan wan, û bala zêde jî her li ser mêran bû."

Meydan tenê ya zilaman bû

Ew ji bo Başûrê Kurdistanê ku îro tevahiya meydanên giştî yên mêran in, dibêje, "Li [Başûrê] Kurdistanê, otobiyografî û serpêhatiyên zilamên leheng yên ku şerê dîktatoriyê kirin, refên li kitêbfiroşan tijî dikin. Zilaman tevahiya meydanên minaqeşeyên çapemeniyê dagir kirine, û bi awirekî mêr lê serwer, behsa tevahiya têkoşînê dikin. Ez bi xwe hizirîm: Jin [hingê] li ku bûn? Gelo di van serpêhatiyan de jin nebûn? Gava ku zilaman behsa jin, xwişk û dayikên xwe dikir jî tenê ji bo ku behsa rola wan a ´îtaetker´, ´fedakar´ û ´piştgir´ beramberî zilaman bikin."

Yanî di wan metnan de rola jinan a behsa wê tê kirin û heqîqetê li hev nedikir. Tenê "hebûneke kêmkirî, daxistî hevjînbûn, xwişkbûn û dayikbûna şervanekî qehreman" hebûye. Ji bo vê jî jixwe "çapemenî û weşangerên zilam di wan de serwer" hebûn. 

Mekanek ji bo dengê jinan

Bi ya wê, jin jî xwe zêde nadin ber nivîsandin û gotina serpêhatiyên xwe û jinên ji nifşên ciwantir jî ne bi gurçûpêk bûne bi "zanîn, perwerde û bîreweriya femînîst" a ku ji bo navdixwedana beramberî "baviksalariya Kurd" pêwîst bûye. Ji bilî van nebûna înîsiyatif û komên dikarîn mekanekî bidin vê gotina serpêhatiyên jinan jî bi rola xwe rabûye ku nûneriya jinan nebe.

Piştî van hizran, ew biryarê dide ku serrpêhatiyên jinên Kurd berhev bike û weke kitêb biweşîne. Ew meseleyê bi tîma xwe ya di Culture Project de minaqeşe dike û projeyeke "bixwenivîsandinê" ya ji bo jinan derdikeve holê. Pêre pêre jî jin têkiliyê bi wan re datînin da ku zanibin ka proje tam çi ye û tê de cihê xwe bigirin.

Ji her aliyê Kurdistanê 25 jin

Du salan serpêhatiyên jinên Kurd hatin berhevkirin, hatin wergerandin û sererastkirin. Ev serpêhatî ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji dîasporayê hatine berhevkirin. Di kitêbê de serpêhatiyên 25 jinan hene. Temenê wan jî di navbera 20 û 70 salî de ye. Yanî tecrûbeyên 5 nifşan di kitêbê de hene. Mijarên serpêhatiyan jî gelek in: çalakgeriya siyasî, ketina hepsê, sirgûn, têkoşîna çekdarî, evîn, şideta cinsî, huner û wêje. Yên ku serpêhatiyên xwe dibêjin jî ji her çîna civakî ne. 
Hin ji nivîskaran bi nivîsandinê dilê xwe jî rehetkirine, çawa ku Hûzan Mehmûd dibêje, "Jinekê ji min re got, di dawiyê de bêhna min fireh bû ji ber ku ev bêhtirî 30 salan e ku serpêhatiya min li ser milê min bar bû. Niha bêhna min fereh bû ji ber ku ew serpêhatî hat nivîsandin." 

Bê sansur serpêhatiyên xwe gotin

Ew dibêje wê ti sînor û sansur ji bo serpêhatiyan nedanîne: "Armanca  min ew bû ku … derfetê bidim van jinan da ku bê parzûn, sînordarkirin û hêviyekê behsa serpêhatiyên xwe bikin. Ez bi rastî yeqîn dikim ku deng û gotina jinan heyatî ne ji bo avakirina têgihiştineke nû û ji bo hilberandina lêkolînên bûyerên şexsî yên ku kirine jiyana wan [jinan] teşe bigire. Erka me ye ku em li dengê binerdkirî yên jinên xurt bigerin, ew jinên ku ji dîrokê hatin birin. Bi çi awayî jiyana wan ji wan hatibe stendin jî, destketiyên wan û cihê wan ê heq di dîrokê de hê jî bilind dibe."

Hûzan Mehmûd Kurdeke ji Başûr e, û hevdamezrînera Iraqi Women's Rights Coalition, û Culture Project e. Culture Project platformeke femînîst, nivîskar û çalakgerên Kurd e.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.