- Amed Sherwan di kitêba xwe de behsa serpêhatiya xwe dike.
Îro kitêba Amed Sherwan ku tevî Katrine Hoop nivîsî ji weşanên Nautilus derket. Navê kitêbê têra xwe provokatîf e: "Kafir: Allah sei dank bin ich ateist (Kafir: Mala xwedê ava ateîst im).
Amed Sherwan ji Başûrê Kurdistanê ye. Di vê kitêbê de jî ew behsa serpêhatiya xwe dike. Ew li Başûrê Kurdistanê weke zarok ji malbateke pirr dîndar a Misilman re dibe. Ew bi xwe jî weke Misilmanekî xurt tê mezinkirin. Lê baweriya wî ya Misilmantiyê û baweriya wî ya bi xwedê, qels dibe û rojekê radibe ji bavê xwe re behsa bawerînemana xwe ya bi xwedê dike. Li ser vê bavê wî giliyê wî dike. Amed tevî ku hîna zarok e, tê girtin û êşkence lê tê kirin. Bûyer di çapemeniyê de xuya dibe û êdî tehlûkeyeke cidî ya kuştinê li ser wî heye. Ji ber vê jî ew biryara penaberiyê dide. Paşê ew li bajarekî Elmanyayê bi cih dibe.
Tevî nivîskar Katrine Hoop wî serpêhatiya xwe ji serî heta binî nivîsand.
Qismek ji vê kitêbê wiha ye:
"Seriyên Kevrên Peyarêyê (Kopfsteinpflaster)" tê hişê min gava serê min bi şid li erda cadê dikeve. Min carekê ji hevala xwe pirsîbû, ka çima navê van keviran wiha ye, ji bo bersivê bide min lazim bû ew jî di çavkaniyan de lê bigere. Niha jî va ye serê min li ser kevirê hişk ê peyarêyê ye, di heman demê de derb û pihîn li min dibarin. Û hizreke min a welê heye weke ku yan Îslamîstekî ji ber ku min heqaret li xwedayê wî kiriye, pihînek ji piştê ve li min xistibe, yan jî nijadperestek ji rûyê min ê penaber aciz bû.
Gava ku piştî çend deqîqeyan polêsekê ji min pirsî ka ev bûyer çawa qewimiye, hîna li ber çavên min hinekî mij û moran bû, lê rewş bi xwe êdî zelal bû. Û ez serpêhatiyên xwe yên li vê rewşê tên bi awayekî rûtîn bi kurtî dibêjim. Carinan bibîranînên min bi min bixwe xerîb xuya dikin, weke ku qet ne yên min bin. Min hin beşên serpêhatiya xwe ewqasî gelek caran gotiye, êdî weke ku daneyên metnan di nava serê min de bin, heger hinek ji min pirsa wan bikin, ez dikarim wan ji wir bigirim û pêşkêş bikim.
…
Ez ji Xwedê bawer nakim
Gava ku ji kar hate malê, min ji bavê xwe pirsî, "Bavo hinek wexta te heye ji bo şitexaliyekê?" Beriya bi hefteyekê ez bûm 15 salî, û ji wê dema li banî û vir ve jî du meh û nîv derbas bûbûn. Xwedayê cezaker êdî nebû, û ez li ber cezakerên dinyayê jî rabûme. Min ne dikarî û ne jî dixwest baweriya xwe ji xwe tenê re bihêlim.
"Belê, çi te, Kurrim?" Heta niha min ewqasî bi merasim rica lê nekiribû ku em bipeyivin. "Ez rêzê ji te û daya re digirim ji ber ku hûn bawermend in." Ez lê hizirîbûm ka herî baş ez çawa dest pê bikim. "Lê ez ji xwedê bawer nakim. Ez û Îslam tiştekî ji hev re nabêjin. Ez ateîst im."
Kitêba doh ji weşanên Nautilus derket 240 rûpel e.