Kitêba şehîd Diyar Xerîb bi Hewramî

Nûçeyên Çand/Huner

În 9 Îlon 2022 - 21:15

  • Yek ji pirtûkên şehîd Diyar Xerîb ‘Xwerêveberiya Demokratîk’ ji aliyê Desteya Wergêrê ya Hewramî ve hat wergerandin.

Pirtûka ‘Xwerêveberiya Demokratîk’ a Şehîd Diyar Xerîb, ji aliyê Desteya Wergera Hewramî ve hat wergerandin û di demeke kin de wê li pirtûkxaneyên Başûrê Kurdistanê bikeve ber destê xwendevanan.

Yek ji pirtûkên şehîd Diyar Xerîb ‘Xwerêveberiya Demokratîk’ ji aliyê Desteya Wergêrê ya Hewramî ve hat wergerandin. Kitêb wê di demeke kin de çap bibe û li pirtûkfiroşên Başûrê Kurdistanê peyda bibe.

Naveroka pirtûkê projeyeke çaresrekirina pirsgirêkên rêxistinên civakî û sîstemê ye ku çavkaniya xwe ji fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan yên di parêznameyên xwe de diyarkirî, digire.

Niha li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Suriyê kar li ser tê kirin û tê pêkanîn ku bala navneteweyî jî dibe ser xwe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Diyar Xerîb yan jî Heval Helmet Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê bû. Di jiyana xwe de gelek pirtûk nivîsandinee, yek ji wan Xwerêveberiya Demokratîke. Heval Helmet sala 2019’an li Binarê Qendîl bi hevkariya xiyanetkaran di encama bombebarana dewleta Tirk de şehîd bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.