Kitêba qirkirina Dêrsimê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 29 Mijdar 2020 - 16:25

  • Nivîskar Riza Dalkiliç, bûyerên di dema Qirkirina Dîrsimê de li Pilemûriyê qewimîne, di pirtûka xwe ya "1938'de Pulumur" de kom kirin.

Nivîskar Riza Dalkiliç, bûyerên di dema Qirkirina Dîrsimê de li Pilemûriyê qewimîne, di pirtûka xwe ya "1938'de Pulumur" de kom kirin.

Dalkiliç, tîne ziman ku derbarê Qirkirina Dêrsimê de heya niha gelek pirtûk hatine çapkirin, lê belê derbarê qewimînên li Pilemûriyê de kêm pirtûk hene: "Bîrbiriyeke wekî ku di sala 1938'an de li Pilemûriyeyê tiştek neqewimîbe heye. Lê belê gava min ji mezinan bihîst, min fêm kir, ev nerast e. Nexasim li navenda navçeyê deverek heye ku lê 16 rûspî hatine gulebarankirin û li vê derê hatine veşartin. Gava şaredariyê xwest vê derê bike park, hestiyên wan derketin holê. Li wê derê dawet çêdibin, govend tên gerandin, lîstik tên lîstin û eraq tê vexwarin. Vê yekê kir ku bi ser vê yekê de biçim. Piştî vê, fikra 'Li Pilimuriyeyê çi qewimî?' li min peyda bû."

Tevî ku gelek şahidên hîna sax ji ber valakirina gundan û sedemên din ne li Dêrsimê jî bûn, xwe digihîne wan û bi şahidiyên wan kitêba xwe hazir dike. 

Nivîskar bi xwe, sala 1957'an li gundê Aynixê yê Pilemûriya Dêrsimê hatiye dinê. Di nav xebatên Egît-Sen û Egîtîm Senê de cih girtiye. Piştî teqawid bûye di Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê de rêvebertî kiriye û paşê Cîgiriya serokatiya Giştî ya komeleyê kiriye. Her wiha ji bo şaxekî komeleyê li Dêrsimê ava bibe, xebitiye. Heya niha gelek gotar nivîsandine û lêkolîn kirine. "1938'de Pulumur" pirtûka wî ya ewil e. 

MA/DÊRSIM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.