Kitêba nû ya Şeyda Asmîn

Nûçeyên Çand/Huner

În 4 Hezîran 2021 - 04:13

Kitêba nû ya nivîskar Şeyda Asmîn ‘Raywanîya Rojawa de’ ji Weşanên Meyman derçû. 

Rojnameya Newaya Jin kitêb ji weşanê re amade kir. Di kitêbê de bi dehan kurteçîrok hene. Mekanê pirraniya kurteçîrokan Rojava ye. Mijara wan jî berxwedana li dijî DAIŞ'ê ye. 

Ji bilî berxwedanê di kurteçîrokan de evîn, xiyanet, welat, nemana hêviyê, hesret û bêrî jî cihê xwe digirin. Kurteçîrok di navbera 2012 û 2020'an de li Kobanê, Efrîn, Qamişlo, Heleb û Xinêrê hatine nivîsîn û behsa şerî dikin.  Yek ji kurteçîrokan li ser leşkerekî Tirk e yê ku gerîlayan ew li Qilabana ser bi Şirnexê êsîr kiribû.

Nivîskar Kamer Soylemez pêşgotina kitêbê nivîsiye û Sinan Hezer berga kitêbê xêz kiriye.  Kamer Soylemez ji bo kurteçîrokan dibêje, “Ev kurteçîrok neynika Rojava ne.” Kamer Soylemez bi bîr dixe ku kitêb bi kurteçîrokan behsa pêvajoya Şoreşa 19'ê Tîrmehê beriya wê û piştî wê dike. Soylemez dibêje, ş€rê mezin hîna dewam dike, birînên ji ber şerî kûr in, û kewandina wan wê demeke dirêj bikişîne. 
Kesên dixwazin dikarin bi navnîşan û têkiliyên li jêr kîtêbê ji Weşanên Meyman bixwazin: 

E-mail: meyman2018@gmail.com
Malper: pirtukxane.net 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.