• “Di pirtûkê de, behsa Bêrîvanê dikim. Mijara Bêrîvanê, bi xwe mijareke pirreng e. Aliyekî xwe Êzîdatî ye, aliyekî xwe Kurdayetî ye û aliyekî xwe jî pirsgirêka herî esas jin e. Di pirtûkê de ez qala civak, jiyan, zilm, zordarî û dagirkeriyê dikim.”

ZEYNEP DURGUT
MA/ŞIRNEX

 

Xanê Agal, bi navê “Sembola Serhildanê” pirtûkek çap kir. Pirtûk, behsa jiyan, têkoşîn û bibîranên Binevş Agal (Bêrîvan) dike ya ku bûye sembola Newrozê. 

Ew ne tenê di dîroka berxwedanê ya Êzîdiyan de, di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jî her tim tê bibîranîn. Binevş Agal (Bêrîvan) a Êzîdî, di sala 1966’an de li navçeya Qubînê ya Êlihê tê dinê. Navê xwe ji destana ‘Cembeliyê Mîrê Hekariya û Binevşa Narîn’ girt. Binevş û malbata wê, sala 1980’yî, piştî darbeya 12’ê Îlonê ji ber êrişên li Kurdistanê koçî Ewrûpayê dikin. Agal, sala 1984’an li Elmanyayê tevlî nav refên PKK’ê dibe. Sala 1985’an diçe Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê. Sala 1988’an ji bo xebatê diçe Cizîra Botan. Di demeke kurt de, li Cizîrê ‘efsaneya Bêrîvanê’ deng vedide. Bandorê li her malê, li her jinê dike ku tevli têkoşîn û berxwedanê bibin. Piştî ku Bêrîvan bandorê li deverê dike, dewlet dikeve pey wê. Tu hewledanên dewletê yên teslîmgirtinê bi ser nakevin û Bêrîvan di 18’ê Çileyê 1989’an de, di şer de jiyana xwe ji dest dide. Ji wê rojê heta îro, bi hezaran jinên ciwan li ser xeta Binevşê dimeşin. 

Xwîşka Berîvanê, Xanê Agal, li ser serpêhatî, têkoşîn û bibîranên Binevşê bi navê “Sembola Serhildanê” pirtûkek nivîsî û çap kir. Xanê Agal, sala 2018’an dest bi nivîsandina pirtûkê kiriye û sala 2021’ê qedandiye. Weşanên Enstîtuya Kurdî kitêb weşandiye û ji 225 rûpelan pêk tê. Pirtûk, biyografiyek e. 

Derdorê pirtûk da nivîsandin

Bêrîvan, anî ziman ku derdora wê zor lê kiriye da ku bibîranînên Bêrivanê wek pirtûk binivîse û wiha qala xebata pirtûkê kir, “Min 2018’an, dest bi xebata pirtûkê kir. Ji bo bibîranîna wan rojan, pêdivî bi demê hebû. Ji bo nivîsandina van bibîranînan, sal lazim bûn û min hêdî hêdî ev bibîranîn nivîsandin. Di destpêkê de armanca min a nivîsandina pirtûkeke bi vî awayî tine bû. Pişt re hêdî hêdî fikra nivîsandina pirtûkekê di hişê min de ava bû. Helbet derdorê jî alîkariya min kir û xelkê xwest ez van bibîranîna bikim pirtûk. Ev daxwaza derdorê di hişê min de nivîsandina pirtûkê ava kir.”

Jinbûn, Êzîdîbûn û Kurdbûn

Xanê Agal, dibêje ku di pirtûkê de mijara sereke Bêrîvan e, lê we qala jinbûn, Êzîdîbûn û Kurdbûnê jî dike û wiha pê de diçe, “Di pirtûkê de behsa Bêrîvanê dikim û mijara sereke Bêrîvan e. Mijara Bêrîvanê, bi xwe mijareke pirreng e. Aliyekî xwe Êzîdatî ye, aliyekî xwe Kurdayetî ye û aliyekî xwe jî pirsgirika herî esasî jin e. Di pirtûkê de ez qala civak, jiyan, zilm, zordarî û dagirkeriyê dikim. Di pirtûkê de, ez balê dikişînim ser jinê, Êzîdî û Kurdbûnê. Wekî din jî ez bi gelek mijaran dadikevim.”

Hem xwişk hem jî heval

Xanê Agal timî xwe li hemberî têkoşîna Binevşê deyndar dîtiye: “Sedema berhevkirina van bibîranînan, ew bû ku Bêrîvan hem xwişka min bû û hem jî hevala min bû. Kes wekî min nikare Bêrîvanê nas bike. Salên dawî, em ji hev veqetiyan, cihê ku ew lê dima û ez lê dimam ji hev dûr bûn, lê di kok de naskirin girîng e. Çawa dest pê kir û herikî. Bi fikra min vegotina vê girîng û bi wate ye. Ya herî baş vê rastî û heqîqetê bîne ziman, ez bûm. Ji ber wê jî vegotina wê gelekî girîng bû.”

Xanê Agal, nivîsandina vê pirtûkê ji bo xwe wek deynekî dîtiye û dibêje, “Deynê xwişkîtiyê, deynê hevaltiyê û hogirtiyê bû. Min pêdivî pê dît ku vê rastiyê û heqîqetê bînim ziman. Min ji nêz ve nas dikir. Min gelek tiştên wê ji nêz ve dizanîn. Li ser vî esasî, ev fikr hêdî hêdî bi min re peyda bû. Ji bo ku ez vî deynê hevaltiyê bi cih bînim, min dest bi xebateke bi vî rengî kir. Di Êzîdatiyê de gelekî pêwîst e ku mirov bibe zimanê heqîqet û rastiyê.”

Vegotina wan gelek zehmet e

Xanê Agal, destpêkê li pirtûkekê nefikiriye: “Miroveke ku ji bo heqîqetê canê xwe bide, li cem yên mayî, mayînde dimîne. Di oxira vê heqîqetê de, vegotina wan gelek zehmet e. Pêwîst e ku em vê heqîqetê di dîrokê de jî binivîsin. Ji bo ku di xizmeta mirovahiyê de bimîne divê mirov binivîsîne. Berhem û heqîqetên bi vî rengî paşeroja azadiya jinê, azadiya civakê ronî dikin. Xebata vê pirtûkê demdirej e. Sedema dirêjkirina vê xebatê jî min bi xwe zelal nekiribû ka kengî derbixînim. Min got, heger ez bixwazim tiştekî baş derbixînim, divê ez hêdî hêdî binîvîsim.”
 
Lehengeke serbilind e

Xanê Agal, di dawiya axaftina xwe de got, Bêrîvan lehengeke serbilind e: “Bi min re ew metirsî hebû, min her tim digot, ‘Gelo ez ê karibim heqîqet û têkoşîna wê bînim ziman?’ Heger kesa di pirtûkê de behsa wê tê kirin jî pirr bi bandor be, bi rastî jî ev hesasiyeta mirov hîn zêdetir dibe. Lehengeke serbilind e. Ji ber wê jî mirov dixwaze di pirtûkên bi vî rengî de xwendevanan têr bike. Di hundirê mirov de tirs heye, jê re nebe bersiv. Tenê niha tişta ku ez difikirim, gelo wê xwendevan çi bibêjin, gelo wê xwendevan razî bibin? Çimkî lehenga pirtûkê keseke nas e. Bêgûman dê kêmasî her hebin, lê cara yekem dema ku mirov jê re nebe bersiv jî mirov pê diêşe. Ez niha li benda rexneyên xwendevanan im.”