Kirgizîstanê hin çete wergirtin

În 23 Sibat 2024 - 00:44

Şandeyek ya Kirgizîstanê bi serokatiya Bakit Kadirov ku nûnerê Wezareta Karên Derve ya Kirgizîstanê ye serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Robêl Beho, endamê Desteya Rêveberiyê Xalid Îbrahîm û nûnera YPJˊê Lana Hisên şande pêşwaz kir.

Robêl Beho di civînê de got:“Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Rêveberiya Xweser tevahî hêmanên jiyanê wêran kirin. Armanca wê koçberkirin û penaberkirina milyonan xelkê ji herêmê ye. Ew yek binpêkirina qanûnên navneteweyî bi taybet peymana Cinevreyê ye. Ev hemû li gel bêdengiya civata navneteweyî pêk tê.” Beho diyar kir ku êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Rêveberiya Xweser zirarê digihînin têkoşîna li dijî DAIŞˊê, xebata derxistina malbatên DAIŞˊê qels dikin, her wiha li gorî agahiyan DAIŞ van êrişan derfet digire û rêxistina xwe xurt dike. Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Kirgizîstanê Bakit Kadirov got komara Kirgizîstanê fedakariyên Rêveberiya Xweser û QSDˊê li dijî DAIŞˊê dane, nas dike. Kadirov spasiya Rêveberiya Xweser û QSDˊê li ser alîkariya vegerandina welatiyên wan kir. Di dawiyê de 72 zarok û 27 jinên ji malbatên rêxistina DAIŞˊê bi peymaneke fermî ya di navbera her du aliyan de radestî şandeyê hatin kirin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.