- Bi saya Elî Merdan ew Radyoya Bexdayê dinase û li wir di sala 1949’an de stranan dibêje û tomar dike. Her wiha ew tevî Hesenê Cizîrî û Îlyas Hacîn diçe heta radyoya Kirmaşanê ya li Rojhilatê Kurdistanê û dibe mêvanê Hesen Zîrek jî. Li wir bi hev re stranan tomar dikin û Cizrawî ji bo Hesen Zîrek tembûrê dijene.
Gava dibe behsa dengbêjan û denbêjiyê yek ji wan navên ku di nav dengbêjên nemir de dibiriqe û tê bîra mirov bê guman Mihemed Arif Cizrawî ye. Û îro salvegera wefata wî ye. Nemaze jî stranên wî yên bi navê “Xezal xezal”, “Befir Barî” û “Eyşana Elî” ew stran in ku bi awaz û gotinên xwe hestên mirovî di bin bandora xwe de dihêlin. Li gel stranbêjiyê Cizrawî, tembûrjenekî serxwere bû û wî bi Meryem Xan, Hesen Zîrek, Elmas Xan, Resûl Gerdî, Elî Merdan, Eyşe Şan, Gulbihar, Îsa Berwarî re stran gotine û ji wan re li tembûrê xistiye. Ji ber vê taybetmendî û jêhatîbûna wî, fîlologê Kurd Ordîxanê Celîl ji bo wî gotiye, “Mihemed Arif gelek stranên herêmî ji kirasên herêmî derxistine û kiriye kirasên Kurdistanî.”
Stranbêjiya diya wî lê tesîr kir
Cizrawî sala 1912’an li Cizîra Botan tê dinyayê. Piştî ku tê dinyayê bi du salan, Şerê Cîhanê ê Yekem dest pê dike. Bavê Cizrawî ji bo di çeperên Osmaniyan de şer bike diçe şer û careke din venagere. Cizrawî di temenekî piçûk de sêwî dimîne. Lê diya Cizrawî bi qasî bavekî lê xwedî derketiye û wê ew bi xwe re biriye her cihî. Cizrawî behremendiya xwe ya stranbêjiyê ji diya xwe Edla Xanimê girtiye. Ji lewre, diya wî jî li Cîzîra Botan weke stranbêj dihate naskirin û di mewlûdan de qesîde digotin. Cizrawî yê ku di dawa diya xwe de mezin bû, cara ewil ji diya xwe fêrî stranan bû û bi saya diya xwe dest bi stranbêjiyê kir.
Ew jî bi diya xwe re çû gelek mewlûd û şahiyan, stranan gotin û bi vî awayî hat naskirin.
4 salên di hepsa Diyarbekir de
Gava Cizrawî hîna 12 salî ye, sala 1924’an serhildana Şêx Seîd (Tevgera Azadî) dest pê dike. Lê serhildan têk diçe û gelek pêşengên wê demê tên kuştin.
Yên bi saxî digirin jî digirin û dixin hepsê. Cizrawî jî di nav wan kesan de ye ku tên girtin. Di wan rojan de Şêx Ubeydullahê Nehrî û kurê wî Seyid Evdilqadir jî li Stenbolê tên girtin û wan jî tînin hepsa Diyarbekirê. Piştî dadgehkirina wan Cizrawî dibe şahidê bidarvekirina van kesan. Her wiha Şêx Seîd jî tevî 47 hevalên xwe cezayê îdamê lê tê birrîn û ew jî tên bidarvekirin. Ji ber temenê Cizrawî piçûk e, cezayê îdamê lê nabirin lê ji sala 1925’an heta 1929’an di hepsê de dimîne. Piştî ku efû derdikeve, ew jî azad dibe.
Bi Meryem Xan re plakên Kurdî derdixe
Piştî ku ji hepsê derdikeve, ew demekê dîsa li Cizîre dimîne û stranbêjiyê dike. Lê çend salan bi şûn ve, ew diçe Dihokê û li wir bi cih dibe. Li wir dizewice û ji vê zewacê du zarok jê re çêdibin. Cizrawî li gel karê stranbêjiyê bi karê sinetkirina zarokan re jî mijûl û her wiha ji bo aboriya mala xwe baş bike ji xwe re cihekî xwarinê jî vedike. Sala 1934’an, stranbêja Kurd Meryem Xanê nas dike û li Bexdayê di çorçoveya kampanyaya “Ebul Kelb” de plakên Kurdî derdixin.
Hingê hîna Radyoya Bexdayê nehatiye damezirandin. Cizrawî sala 1947’an jî bi Remezan Cizîrî û Hesenê Hemdanî re komeke muzîkê ya olî ava dike û li deverên weke Kerkûk, Dûzxurmatû û Germiyanê mewlûd û îlahiyên olî dixwînin. Lê ew di heman demê de diçin li şahî, dawet û şevên taybet jî stranan dibêjin.
Û xwe digihîne Radyoya Bexdayê
Cizrawî ber bi salên 1940’î ve stranbêja Kurd Elmas Xanê dinase. Ji ber ku mala Elmas Xanê maleke ava bûye, gelek hunermendên Kurd xwe lê girtine û li wir hatine gel hev. Cizrawî bi vî awayî dikare kesên weke Elî Merdan, Teyar Tewfîq, Resûl Gerdî nas bike û bi wan re têkiliyên xurt çêke. Bi saya Elî Merdan ew Radyoya Bexdayê dinase û li wir di sala 1949’an de stranan dibêje û tomar dike. Demeke dirêj ji bo Radyoya Bexdayê dixebite û bîr û arşîveke stranên Kurdî ava dike. Her wiha ew tevî Hesenê Cizîrî û Îlyas Hacîn diçe heta radyoya Kirmaşanê ya li Rojhilatê Kurdistanê û dibe mêvanê Hesen Zîrek jî. Li wir bi hevre stranan tomar dikin û Cizrawî ji bo Hesen Zîrek tembûrê dijene. Di sala 1980’yî de gava Eyşe Şan diçe Dihokê, ew li wir hevdu nas dikin û bi Eyşe Şanê re jî gelek stranan dibêje û tomar dike.
1200 stran û 60 kaset
Cizrawî, li bajarên Kuweyt, Silêmanî, Kerkûk, Hewlêr, Beyrût û Qamişloyê gelek konser dane û bi stranên xwe di nav gel de hatiye naskirin û jê hatiye hezkirin. Mihemed Arifê Cizrawî 17´ê Kanûna sala 1986’an di 74 saliya xwe de li Dihokê diçe ser dilovaniya xwe û xatir ji vê dinyayê dixwaze. Gora wî niha li goristana Şêxika ya Dihokê ye.
Mihemed Arif Cizrawî qederê 1200 stran tomar kirine û 60 kaset derxistine. Nevê hinekan ji kasetên wî wiha ne: Xezal, Xirabo, Pismamo, Yardilo, Bêrîvanê, Befir Barî, Bavê Fexriya, Hesenîko, Çiyayê Şengalê, Koçerê, Gulê Mehrûmê, Şêvên Nîsanê, Diyarbekir û Çiyayê Kurdistanê.
NAVENDA NÛÇEYAN