Di navbera Rûsya û Emerîkayê de pêşbirka filma fezayê heye. 

Piştî ku Elon Musk ji bo filmeke NASA’yê bi lîstikvanê navdar Tom Cruise re li hev kir û got, ji bo film em ê Tom Cruise bişînin fezayê, Rûsyayê jî yekser biryar da ji bo filma li fezayê çêke derhêner û lîstikvanekî bişîne fezayê.
Ajansa Federal ya Fezayê a Rûsyayê (Roscosmos) da zanîn ku ew ê ji bo filmê derhêner û lîstikvanekî bişînin Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS).

Derhêner Klim Shipenko û lîstikvan Yulia Peresild piştî perwerdeya xwe bi dawî bikin dê di Cotmehê de bifirin fezayê. Ekîba filmê niha derbarê fezayê de perwerdeya xwe dewam dike.

Heger her tişt li ser a xwe be, Tom Cruise jî bi “Kapsûla Crew Dragon” heman mehê dê ji bo filmê bifire fezayê. 

NAVENDA NÛÇEYAN