‘Kevir jî bibarin em ê stranên Kurdî bibêjin’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 16 Gulan 2022 - 22:06

  • Zarok Ma ya ser bi Akademiya Ma Musicê di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li baxçeyê avahiya xwe bi zarokan re çalakiyek li dar xist.

Zarok Ma ya ser bi Akademiya Ma Musicê di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li baxçeyê avahiya xwe bi zarokan re çalakiyek li dar xist. Zarok û malbatên wan tev li çalakiyê bûn.  

Koordînatorê Akademiya Ma Musicê Şêrko Kanîwar beriya çalakiyê got, “Berê dîwan hebûn. Niha ji ber telefonan me çanda xwe ji bîr kir. Em ê îro konserekê nedin we. Em ê îro bi hev re stranan bêjin. Wê zimanê me yê qedîm her tim bijî. dinya ewr e, lê îro kevir jî bibarin em ê stranên xwe yên Kurdî bibêjin. Zimanê me wê her tim bijî.”

Piştre bi zarokan re stranên Kurdî hatin gotin. Zarokan û malbatn bi stranên Kurdî şa bûn. Piştre zarokan yek bi yek stran gotin. Wekî din di çalakiyê de stranên dengbêjiyê jî hatin gotin. Tevî baranê jî çalakiyê dewam kir.

Çalakî bi gerandina govendê ya li ber dengê erbaneyan, bi dawî bû.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.