Kerwan hest û hêviyê Efrînê vedibêje

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 6 Çile 2022 - 04:54

  • Filma Kerwan çîrokeke zarokeke Efrînî ye ya ku roj û xewnên xwe ên reş û tarî bi xêzên xweyî li ser dîwarê xaniyên xerabe bi tevn kiribû. Filma Kerwan êş û zehmetiyên trajîk ên koçberan tîne ziman. Her wiha behsa hêvî, vîna bihêz û berxwedana gelê Efrînê ya bêhempa ji bo vegera li welat dike.

Derhênerê Kurd Mihye Eldîn Erselan dibêje, bi pêşkêşkirina Filma “Kerwan” li festîvala El`ewda hest û hêviyên gelê Efrînê û gelê Filistînê bûne yek. Her wiha, ew nêzî birayên Filistînî bûne û ev weke hevdîtineke xweş di navbera zeytûnên Efrînê û Filistînê de bi nav kir.

Filma Kerwan di Festîvala Filman a Navdewletî ya El`ewda - Filistîn 2021 de, ku yek ji mezintirîn xelatên festîvalê tê dîtin, ji hêla Merzûq Xanim ve weke baştirîn film li ser vegerê hate xelatkirin. Her wiha derhênerê filmê Mihye Eldîn Ersalan ev film weke hevdîtineke xweş di navbera zeytûnên Efrînê û Filistînê de bi nav kir. Ev film êş û azarên gelê Filistînê tîne ziman û hest û hêviyên gelê Efrînê û Filistînê pê bûne yek.

We kurtefilmek anîmasyon bi navê Kerwan (Elqafîla) amade kir. Gelo bûyer û mijarên vê fimê li ser çi ne?

Filma Kerwan çîroka bajarekî aşîtiyane dibêje, bajarekî ku hemî koçber û penaberên ji şerê Sûriyeyê reviyabûn vehewandibû, ev bajêr bûbû hembêza germ ji pêkhateyên Sûriyeyê hemûyan re. Lê rojekê ji rojan gelê vî bajarî ji ber êrişên hovane yên dijminên aştî û mirovahiyê (Dewleta Tirk) li ser vî welatî bi darê zorê koç dikin, her wiha hin ji xelkên Sûriyeyê jî bajar dagir kirin û li şûna xelkên Efrînê yên resen bi cih bûn.

Filma Kerwan çîrokek e ku zarokeke Efrînî roj û xewnên xwe yên reş û tarî bi xêzên xweyî li ser dîwarê xaniyên xerabe bi tevn kiribû. Filma Kerwan êş û zehmetiyên trajîk ên koçberan tîne ziman. Her wiha behsa hêvî, vîna bihêz û berxwedana gelê Efrînê ya bêhempa ji bo vegera li welat dike.

Te xwest bi rêya Kerwan çi peyamê bighînî bîneran û cîhanê?

Me xwest bi rêya filmê em ji cîhanê hemûyî re, ji hêzên dagirker re yên ku ax û mafên mirovan binpê kiribûn û ji wan aliyan re ku xwe weke hilgirê mafê mirovahiyê pênase kiribûn lê ji van serpêhatiyên trajik re bêdeng mabûn, vê yekê bibêjin: "Heta ku ax bi rengên xwe hemûyan berxwedanê biafirîne, ti maf wê winda nebe û di serî de jî berxwedana çandî û hunerî ya ku kêlî bi kêlî beramberî bişaftin û tinekirinê ve tê, lê tevî vê yekê berxwedaneke bi hêz û bêhempa derdikeve pêş û pêk tê."

Filmê Kerwan behsa Gelê Efrînê dike ka çawa ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koç dikin. Gelo çima te ev mijar ji bo filma xwe hilbijart?

Bi rastî, ew ne wek hilbijartinê bû, lê belê dilsafîbûna zaroka bi navê Rewşen Sîno berê me da ber bi ramana filmê ve. Film ji me rastîbûn û dilpakiya zarokekê diyar dike.

Film her wiha behsa çîroka moralê keçeke Efrînî dike ku bi rengê reş li ser dîwarê xênî xêz kiribû. Gelo piştî koçberkirinê rewşa hemî zarokên Efrînê heman rewşa Rewşen e û vê keçê xwest bi vê nîgarê çi bigihîne me?

Rewşen bi xêzkirina xwe ji me re rewşa koçkirina piraniya zarokên Efrînê diyar kir, ka çawa di pêvajoya koçkirina bi darê zorê de hêviyên wan şikest, mal û milken wan li şûna wan man û hatin rûxandin û çawa gelek kes li çiyayê Lêlûnê jiyana xwe ji dest dan û şehîd ketin. Weke derhênerên filmê, me xwest em wê yekê nîşanî Rewşen û zarokên Efrînê bidin. Herçendî dem bibore, lê di dawiyê de wê welat rizgar bibe û zarokên Efrînê wê vegerin cih û warê xwe. Jixwe, berxwedana gelê Efrînê ta niha didome. Çawa ku berxwedana çandê dikin û fêrî zimanê dayikê dibin û pê dixwînin û dinivîsin. Her wiha ev yek dijmin dilerizîne ji ber ku dijminê dagirker hewl dide ku çand û zimanê gelê Kurd binpê bike û tine bike da ku gelê Kurd tine bike, lê zarokên gelê Kurd xwe bi zimanê dayikê bihêz û xurt kirine û li dijî kirinên dagirkeriyê disekinin.

Tu jî bi xelkên Efrînê re li kampan dimînî û hê jî karê derhênerî û nivîsandinê dikî. Çi zehmetî di karê te de hene, nemaze ji ber dorgirtina li herêmê û rojane bombebarankirina wê bi destê dewleta Tirk a dagirker?

Belê zehmetî pirr in, lê vîna bihêz hertim bi ser dikeve. Tevî ku ev herêm ji her aliyî ve dorpêçkirî ye û pêdiviyên madî kêm peyda dibin, weke berxwedêrên çandê û huner, me hişt ku nav û dengê me li cîhanê belav bibe.

Filma Karwan li festîvala Londonê ya Filmên Kurdî-2021, festîvala Silêmaniyê ya navdewletî-2021 û festîvala Vegerê (El`ewda) ya Silêmaniyê-Filistînê 2021 hate nîşandan. Merzûq Xanim jî ew weke baştirîn film xelat kir…

Film di festîvala El`ewda de ya ku hest û hêviyên gelê Efrînê û gelê Filistînê bûne yek, hat nîşandan. Her wiha ew nêzî birayên Filistînî bû û hevdîtineke xweş di navbera zeytûnên Efrînê û Filistînê de ji xelatê girîngtir bû, çawa ku wan ji bo festîvala xwe dirûşmeya "li benda vegerê" diyar kir, êdî em jî çavên me li benda vegerê ye.

Gelo rewşenbîr û xebatkarên her cure hunerî, di gihandina wêne, bûyer û êşên gelê xwe ji cîhanê re bi rola xwe rabûn?

Bi nêrîna min yek ji sedemên ku bûne sedema êş û belengaziya me ew e ku hin nivîskaran em xistin nava xewn û xeyalan û em dûrî rastiyê xistin. Êdî bi şiyarbûna ji xapandinê, jiyana me hemî bû kabûseke sosret û hê jî em di vê kabûsê de ne. Ji ber vê yekê, divê xwediyên pênûsan valahiya di navbera xwe û rastiya gelan û desthilatdarên dagirker de bişikînin. Her wiha bindestî û koletiyê baş nas bikin û piştgiriyê bidin civakê ji bo ku jiyaneke azad û demokratîk bijîn.

ARAM HISÊN/ ANF/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.