- Nivîskar Hayrettîn Ekîncî yê ku 30 salî di girtîgehê ma şûnde hat berdan bal bir ser wêjeya li zindanê tê afirandin, astengiyên li pêşiya vê afirandinê û got:” Di zindanan de ji hêla nivîsandinê ve kedeke bêhempa heye. Her çiqas li dijî afirandina wêjeyê astengî hebin jî lê girtî li berxwe didin.”
ROZA METÎNA / AMED
Nivîskar Hayrettîn Ekîncî di sala 1994'an de li Stenbolê hat binçavkirin û pişre hat girtin. Bi îdiaya “Xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê” li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) cezayê muebetê lê hat birîn. Hayrettîn Ekîncî yê ku li girtîgehên cuda hat girtin û tevî ku cezayê wî yê 30 salan bi dawî bûbû jî ji ber poşmantî qebûl nekir 6 mehan cezayê wî hat taloqkirin piştre hat berdan. Wî di girtîgehê de bi pênûsa xwe têkoşîna doza xwe kir.
Hayrettîn Ekîncî li ser çîroka destpêka nivîsandina xwe, naveroka berhemên xwe, afirandina wêjeya li zindanê, astengiyên li pêşiya vê yekê nirxandin kir û di heman demê de bal bir ser girîngiya xwedîderketina li ked û berhemên li zindanan.
Ji çîrok û klamên dengbêjan dest pê dike
Hayrettîn Ekîncî da zanîn di destpêka nivîsandinê de wî ji çîrok û klamên dengbêjan dest pê kiriye û got: ”Dema ez hatim girtin, ketim girtîgehê, min cezayê muebetê girt. Min biryar da ku li ser wêjeya Kurdî bixebitim. Bi taybetî li ser dengbêjiyê. Di zarokatiya xwe de bala min dikişand û li girtîgehê jî dewam kir. Pêşiyê çi bandên dengbêjan hebûn, li gorî şert û mercên wê demê min tev berhev kirin. Gava ku min li klaman guhdarî dikir, li hêlekê hestên xemgîniyê, li hêla dinê jî hestên lehengiyê bi hev re dijiyam. Di zindanê de min fêhm kir ku çanda dengbêjiyê çandeke qedîm e. Pêşî klama bi navê ‘Were Têlî’ û ‘Ereba min lê yeman’ ya Husênê Farê min kir şano. Me li zindanê ev şano dilîst. Piraniya hevalên me yên di zindanê de digotin ‘dema dengbêjiyê derbas bûye’ û xebatên bi vî awayî nediecibandin. Bi gotinên wan gelekî xemgîn dibûm. Lê min bi ya xwe kir. Şanoyên me çêdikir, bala hevalan dikişand û bi ser re min li dengbêjiyê kola. Min li ser vê yekê berhemek bi navê ‘Dengbêjî’ nivîsand û di 2013’an de ji weşanxaneya J&J’yê hate çapkirin. Bi vî awayî gihîştim armanca xwe. Tevahî hevalan ji ber vê xebata min, min pîroz kirin. Bi kurtasî di destpêka nivîsandinê de min ji çîrok û klamên dengbêjan dest pê kir.”
Êş, jar û evîna welat
Hayrettîn Ekîncî qala berhemên xwe û naverokên wan kir û wiha dewam kir: "3 dîwanê min ê helbestan ên hatibûn çapkirin, tev cara duyemîn min li ber çavan derbas kirin, hinek helbestên nû jî lê zêde kir û bi navê 'Hemû Dîwanên Min' li weşanxaneya J&J’yê di 2023’yan de da çapkirin. Naveroka helbestên min, êş, jar û evîna welat e. Berhema min ya çîrokan jî bi navê 'Evîna Qesrê' hate çapkirin. Naveroka çîrokan jî piranî rewşa welat, gel û mêtigeriyê digire dest. Bîranîn-Romana min jî bi navê 'Li Çiyayê Qerejdaxê Şopa Gerîla' ku li weşanên Aramê hatibû çapkirin, ji ber naverok û eleqeya wê ya zêde zû çapa wê qediya û di heman demê de qedexe bû û doz lê vebû. Ji ber ku çapa wê qediya û bi heman navî nabe ku çapa 2'yem bê kirin, sernavê wê bi navê 'Bîran Qerejdax' li weşanxaneya J&J’yê hate çapkirin."
Me li hepse hêz ji hev digirt
Hayrettîn Ekîncî da zanîn ku wî berhemên helbest, çîrok û bîranîn-roman çap kirine û wiha pê de çû:"Piştî xebata min a Dengbêjiyê min dest bi nivîsandina helbestan kir. Pêşiyê min hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Tirkî nivîsand. Paşê min biryar da ku helbestên Tirkî nedim weşandin. Min ew helbest tev ji holê rakir û tenê yên Kurdî girt ber destên xwe û min nivîsandina xwe domand. Ji helbestê derbasî nivîsandina çîrokan bûm. Paşê derbasî nivîsandina romanê bûm. Berhemên min him helbest, him çîrok û him jî bîranîn-roman hatin çapkirin. Dema ku berhemeke min dihate çapkirin, ger ku baskên min hebûya dê bi firê biketima, ew qas kêfxweş dibûm. Êdî navê min bi nirxandina wêjeya kurdî derket û belav bûbû. Gelek hevalan helbest, çîrok û nivîsên xwe yên wêjeyî ji bo nirxandinê didane min. Min jî li gor hêz û zanîna xwe redekte û sererast dikir û nêrîna xwe ji wan re digot. Ev ji bo min tiştekî bi rûmet bû. Min jî nivîsên xwe didan hevalan û ji wan alîkarî dixwest. Me li girtîgehê ji hevdu bi vî awayî hêz digirt."
Wêjeya li hepsê û zehmetiyên wê
Hayrettîn Ekîncî bal bir ser wêjeya li zindanê û wiha dewam kir: "Wêjeya li hepse karekî gelekî zehmet e. Dema ku tu dest bi nivîsandina berhemekê yan jî li ser mijarekê lêkolîn bikî, di serî de peydakirina çavkaniyan zor e. Mijara ku tu dixwazî binivisînî, lazim e tu bi dehan pirtûkan li ser wê mijarê peyda bikî, bixwînî da ku tu di derheqê wê mijarê de serwer be. Ev derfet pir kêm e. Berhemên ku tu dixwazî peyda bikî, ji derve dixwazî, heta ku tê girtîgehê di gelek merheleyan de derbas dibe û tên astengkirin. Jixwe yên kurdî bi awayekî bê wate tên astengkirin û diyar dikin ku 'xebatkarên me yên berhemên kurdî bixwînin û binirxînin tune ne, ji ber vê em nikarin bidin hundir!' Hinek berheman jî bê hincet qedexe dikin û nadin. Bi vî awayî gelek dem digire dest û pêvajoya lêkolînê bi xwe re giran dimeşîne yan jî nayê meşandin. Tiştekî dinê ya li zindanê bi zora mirovan diçû ev bû; Dema ku mirov kedekê dide û êw ked ji nedîtî ve bê dîtin, mirov gelekî pê diêşiya."
Bi hesretekê çû ser dilovaniya xwe
Hayrettîn Ekîncî da zanîn nivîskarekî di zindanê de bi hesreta çapkirina berhemên xwe çûye ser dilovaniya xwe û got: "Dîsa gelek hevalên ku dinivîsandin, derfetên wan a ku nivîsên xwe bişînin derve û bidin çapkirin tune bû. Wan hevalan gelekî aciz dibûn. Ez dixwazim mînakekê bidim. Hevalê A. Rizak Suyur di nava 30 salan de 11 pirtûkên helbestan nivîsandiye û hemû jî bi kurdî ne. Hemû berhem li cem xwe kom kiribû û digot 'cezayê min hindik maye, dema ku derkevim derve ez ê berhemên xwe çap bikim.' Dema ku 3 meh ji tehliyeya vî hevalî re ma, di 14’ê Çileya 2021’ê de di Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê ya 2’yemîn de em li cem hev bûn. Heval bi nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Keda wî ya 30 salan berhewa çû û kes nizane ew berhem niha li ku ne!"
Naveroka berhemên zindanan
Hayrettîn Ekîncî bal bir ser naveroka berhemên li zindanan û got: "Li girtîgehê piraniya hevalan li ser berhemên helbest û çîrokan dinivîsin. Naveroka berheman yekser li ser ruhê neteweyî, lehengiyiyê, rewşa civakî, li ser êş û jana jinê û koçberiyê ye. Her nivîskarên di girtîgehê de dest diavêtin pênûsê, ewil pêvajoya ku tê de derbas bûbû û jiyanbûn bi zimanekî wêjeyî dinivîsandin, dûhûnandin û dixistin nav cîhana wêjeya Kurdî. Gelek jê bi şiklê bîranînê dibû çîrok, roman û helbest. Ev ê em ji bîr nekin û tê zanîn ku van berhemanan li çapxaneyan bi peran tên çapkirin. Çapxane ji wan berheman qismekî didin nivîskaran. Lê derfetê nivîskaran ya firotinê û belavkirinê tune ne. Ji xwe rewşa girtîgehan ya nuha, hew berhemekê ji cureyekî digire hundir. Ev rewş ji bo nivîskar him ji hêla aborî û him jî ji hêla belavkirinê zehmetiyan ava dike. Ji ber van astengî û bêderfetiyan, di demên dawî de pir kêm hevalan dinivîsandin."
Hevî her tim hebû ji bo nivîsandinê
Hayrettîn Ekîncî têkildarî astengiyên di girtîgehan de derdiketin pêşiya nivîskaran wiha got: "Di pêvajoya dawî ya tîpên T’yê de mehê 3 caran di hucreyan de tevdan dihate kirin. Di van tevdanan de nivîsên nivîskaran yên di lênûskan de dihate dîtin, dest datanîn ser û dibirin. Digotin 'em ê bixwînin û paşê bişînin' lê mixabin bi piranî winda dikirin û nedidan me. Çend lênûskên ku bidana me jî, di derheqê wan de dest bi lêpirsînê dikirin. Astengiya herî mezin, şandina van berheman ji bona derve bû. Dema ku me bişanda jî bi rêya rêveberiya girtîgehê me dişand derve. Li ser navê xwendinê salekê zêdetir li cem xwe dihiştin û diyar dikirin ku 'nivîsên we nayên xwendin' û li me vedigerandin. Car caran jî hinek jê dişandin derve. Ev jî dibû sedem ku mirov dest ji nivîsê berde û nenivisîne. Tevî van anstengiyan jî dîsa hêviya nivîsînê nediqediya."
Berxwedan û kedeke bêhempa heye
Hayrettîn Ekîncî da zanîn wan dema ji zindanê dosyayên xwe dişandin derve vê carê ji bo çapkirinê bi astengiyan rû bi rû diman û got: "Di zindanan de ji hêla nivîsandinê ve kedeke bêhempa heye. Her çiqas li dijî afirandina wêjeyê astengî hebin jî lê girtî li berxwe didin. Lê belê hem ji bo çapkirin û hem jî ji bo lêxwedîderketina li ked û berhemên li zindanan hewldan zêde nîn e. Di serî de xemsariya saziyan, rewşa weşanxaneyan û malbatan, bandoreke neyînî nivîskaran dike. Nivîskar dinivisîne, astengiya di hundir de derbas dike û derdixe derve, lê li derve bi rewşeke dinê rû bi rû dimîne. Ne sazî, ne weşanxane û ne jî kesekî ku wan berheman derbasî kompîturê bike, mirov peyda nake. Van astengiyan tu derbas dikî, vê carê rewşa redaksiyonê û edîtoriyê dibe asteng. Min piranî berhemên xwe ji hevalê Hogir Berbir re şand û ew dibû alîkar. Ji ber ku ew dibû alîkar, hevalên li zindanê, yên li cem min dixwestin berhemên xwe ji wî re bi rê bikin. Lê ev jî ne pêkan bû. Em li vir di heman demê de dibêjin ji bo keda wan mala Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Kurd û mala Komeleya Wêjekarên Kurd ava be ku keda wan ji bo xwedîderketina li berhem û keda nivîskar û helbestkarên li zindanan hene."