Weşanxaneya Na’yê romana Elî Hesenyanî (Hawar) ya ku beriya 57 salan nivisîye ji Soranî wergerand Kurmanciyê. Nivîskar Muhsîn Ozdemîr romana “Karmamiz” (Karxezal) wergerandiye Kurmanciyê.
Weşanxaneya Nayê derbarê romana Karmamiz de dibêje;
“Çîrokek temenê wê digîhîje pêncî û heft sal berê. Karmamiz, jiyana têkoşerekî ye ku bi xwe ra jiyana wê demê ya xelkê me radixîne ber çavan. Serpêhatiya nivîsandina vê romanê weka ya xelkê xwe dramatîk e. Carekê bi avê de diçe, carek bi agirê bombeyan tê şewitandin û carekê rêvebirên zindanê dest danîne ser. Lê tekoşerê me Hesenyanî cara dawî bi ser dikeve û Karmamiz (karxezal) ê digihîne ber destê xwendevanan.
Ev roman yek ji romana klasîk ên kurdî ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN