
MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd dê Kargeha Nivîskariya Afirîner bide destpêkirin. Komele ji bo armanca vê kargehê dibêje, “Ji hewldana hînkirina nivîskariyê zêdetir, ji kartêkerî û veguherkariya wêjeyê dide rê û di xebat û çalakiyên xwe de, li ser perspektîfeke berfireh û hişfireh, konteksta neteweyî ji bo xwe dike armanc.”
Kargeh bi 30 kesan hatiye sînordarkirin û heger hejmara miracaetan zêdetir be, kesên zêde wê ji bo kargeha duyemîn bên tomarkirin.
Amadekaran got, “Kargeha Nivîskariya Afirîner; bîra (hafizeya) ferdî û kollektîf wekî zemîna sereke qebûl dike û li ser dîtina ‘her afiranek wêjeyî di heman demê de, nexş û motîfeke bîr û hafizeya neteweyî ye’ dixwaze qadeke taybet ji bo ‘bîra çandî’ peyde bike.”
AMED












