Karên hevbeş yên serbixweyan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 11 Tîrmeh 2022 - 22:00

  • Orkestraya mala muzîkê ya Silêmaniyê li Amedê konser da. Şefê orkesrtrayê Mistefa Ebbas Elî ditirse çandên dethilatan tesîra xirab li muzîka Kurdî bikin: Xelkê Silêmanî û Germiyanê zêdetir di bin tesîra Farsan de mane. Ciwan aşiqê muzîka Kurdî nînin. Li Hewlêr, Dihok û Zaxo jî bandora Erebî û Tirkî gelek zêde ye. Bi rastî jî ev rewşeke xeter e ji bo muzîka Kurdî. 

HELÎM BARÎN / AMED

Orkestraya mala muzîkê ya Silêmaniyê piştî gelek zehmetiyên fermî û zextên Tirkiye xwe gihand Amedê û duh êvarê li Amedê bi Orkestraya Ma Muzîkê re konsereke bêhempa li dar xist. Ji ber ku li ser sînor pirsgirêk derketin, konsera ku wê di 6 û 7’ê Tîrmehê de bihata lidarxistin taloqî 10 û 11’ê Tîrmehê bû.

Orkestraya mala muzîkê ya Silêmanî nexasim ji bo muzîka Kurdî û her wiha ji bo muzîka klasîk weke dibistanekê dixebite û muzîkê hîn dike. 17 mamoste û 76 şagirtên orkestrayê hene. Li Silêmanî studyo û radyoyeke wan heye. Ew bêhtir qeydên xwe li wir dikin. Bi rêya radyoyê jî dikarin muzîka xwe bidin naskirin. Wan di sala 2010’an de dest bi damezirandina Mala Muzîkê ya Silêmaniyê kiriye û îro bûne komeke berfirehtir. Wan berê jî tevî komeke piçûk li Amedê konserek dabû, lê weke ya vê carê bi rêk û pêk nîn bû. Li ser hatina wan ya Amedê, em bi şef û berpirsyarê karên hunerî yê Mala Muzîkê Mistafa Ebbas Elî re peyivîn. Mistafa Ebbas Elî rewşa orkestrayê û muzîka Kurdî nirxand.

Mustafa Ebbas Elî destpêkê got, beriya mala muzîkê damezirînin, ew çend mamosteyên muzîkê bi çavkaniyên muzîka Kurdî daketine û piştî gelek lêkolîn û xwendinan, wan saziyeke wiha damezirandiye. piştre wî wiha dewam kir: “Nexasim jî li ser meqamên Kurdan ên herêman em xebitîn û ji gelek çavkaniyan [qeydên stranan û pirtûkan] me sûd wergirt da ku em perwerdeyeke rast bidin. Di sala 2021’ê de jî me biryar da ku em okrestrayeke muzîkê damezirînin. Navenda me her çiqas li Silêmaniyê be jî ji bajarê Koye, Taqtaq, Ranya, Helebce û Kerkûkê jî bi qasî 76 kes bi me re dixebitin. Temenê van kesan jî di navbera 16 û 40’î de ye. Ew hemû jî amûrên muzîkê dijenin.” 

Meqamên Kurdî dizîne!

Mistafa Ebbas Elî behsa wê yekê dike ka çawa desthilatên Tirk, Fars û Ereb ji muzîka Kurdî dizîne û talanê wê rakirine. Wî got, wan gelek tişt ji me dizîne. Mistefa Ebbas Elî bi bîr xist ku ruhê muzîka Rojhilat a resen bi Kurdî ye û wiha pê de çû: “Lê mixabin ji ber ku ev bi sedan sal in em di bin mêhtingeriyê de ne û welatê me rizgar nebûye, bi taybet kes li ser muzîka Kurdî nesekiniye. Ji lewma jî di nava muzîka serdestan de winda bûye. Mînak meqamê “nehawend” ne bi Erebî, ne bi Tirkî û ne jî bi Farsî ye!”

Li Başûr rewşeke xeter heye

Şefê orkestrayê, Mistefa Ebbas Elî got, muzîka Kurdî cihê û dewlemend e û her wiha xwedî çandeke qedîm û qewî ye. Ev qewîbûna wê jî ji ber şêwezarên zimanê Kurdî ye. Lê li hemberî vê dewlemendiyê, ew îşaret bi xetera li Başûr dike: “Li çar parçeyên Kurdistanê gelek şêwazên muzîkê yên cuda hene. Ev yek jî ji dewlemendiya zimanê Kurdî tê. Ji ber ku çend şêwezar hene ev yek dike ku şêwazên cuda derkevin holê.

Lê li Başûr xelkên Silêmanî û Germiyan zêdetir di bin tesîra Farsan de mane û bi zimanê wan dibêjin. Ciwanên li vir bêhtir di muzîka Farsî de şareza ne û aşiqê muzîka Kurdî nînin. Li Hewlêr, Dihok û Zaxo jî bandora Erebî û Tirkî gelek zêde ye. Bi rastî jî ev rewşeke xeter e ji bo muzîka Kurdî. Beriya salekê wezîrê karê rewşenbîrî yê Silêmaniyê hat serdana Mala Muzîkê ya Silêmaniyê ji me re got ji bo karên we hêsantir û geştir bibin, pêdiviya we bi çi heye? Ji bo orkestrayê me salona muzîkê ji wan xwest, lê her tim gotin, cih tine û tije ye. Ev salek e em li benda wan in, lê cih nadin me. Mala Muzîkê ya Silêmaniyê girêdayî ti saziyên dewletê nîne û serbixwe ye. Bi awayekî xwebexş bi rê ve diçe û hin sponsor hene. Her wiha gelê herêmê jî piştgiriyê dide me. Bi vî awayî helbet kar zehmet e, lê divê hin ji me jî pêşengiya vî karî bikin û bi her awayî dewlemendiya muzîka Kurdî nîşanî xelkên din bidin.”

Divê têkilî xurttir bibin

Mistefa Ebbas Elî got, wan di vê konserê de bi her şêwezarî muzîk çêkiriye, stran gotine û vê yekê ew pirr kêfxweş kirine. Şefê orkestrayê Mistefa Ebbas Elî armanca hatina Orkestraya Mala Muzîkê ya Silêmaniyê ya ji bo Amedê jî wiha nirxand: “Ev ji bo me kêfxweşiyeke mezin e.

Tişta xweş û hêja ew bû ku me di vê konserê de bi her şêwezarê Kurdî stran gotin. Lê ji xeynî van tiştan, tişta herî giring ew e ku em dewama van konseran bînin û têkiliyên xwe qut nekin. Çi li Amedê û çi jî li bajarên din ên Kurdistanê. Nexasim jî hin hevalên ciwan ên muzîkjen ku di orkestrayên me de cih digirin, divê têkiliyên xwe xurttir bikin. Çawa ku em hatin vir, divê ew jî werin Silêmaniyê û li wir konserê bidin. Li Ma Musicê enerjiyeke pirr xurt heye, ev çalakbûna wan hêviyê dide min. Du armancên me yên sereke hene ji vî karî, armanca yekem, nasandina muzîka Kurdî ya resen e. Beriya her tiştî divê Kurd vê muzîkê hîs bikin û binasin. Ya duyem jî bo kesên biyanî yên ku hay ji muzîka Kurdî tinene. Divê em karibin muzîk û çanda xwe bi kesên biyanî bidin naskirin. Ev yek jî muhim e.”    

Mistefa Ebbas Elî herî dawî îşaret bi girîngiya karên hevbeş kir û got, “Divê em malên muzîkê bi hev re karên hevbeş bikin. Li Silêmanî,

Hewlêr û Dihokê navendên muzîkê hene. Divê têkilî xurt bibin û em bi hev re bixebitin da ku rewşa muzîka Kurdî baştir bibe û bi pêş bikeve. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.