Karê ciwanan bûye telefon!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 7 Tebax 2022 - 21:21

  • Yek ji rêûresmên ku ber bi windabûnê ve diçin, çêkirina tevn, şeleme û parzûnan e.

Yek ji rêûresmên ku ber bi windabûnê ve diçin, çêkirina tevn, şeleme û parzûnan e. Dayê Taybet Mijinî, li Wargeha Mexmûrê dimîne. Ev bi salan e ji bo debara xwe vî karî dike û dibêje: “Me bi saya çand û hunerê xwe nasnameya Kurdewarî parastiye û divê em hîn bêhtir xwedî li çanda xwe derkevin.”

Dayê Taybet hîn zarok e xwe hînî çêkirina tevn, şeleme, parzûn, çente û doxînan dike. Ji ber zilma dewleta Tirk a salên 90’î, dayika Taybet jî neçar dimîne ku ji gundê xwe derkeve û ber bi Başûrê Kurdistanê ve penaber dibe. 

‘Kes elaqe bi vê çandê nake!’

Dayê Taybet da zanîn ku ew bi saya karê xwe hem debara jiyana mala xwe dike û hem jî çanda civaka xwe diparêze û wiha domand: “Em carnan ji bo zarokên xwe karê dest dikin û carnan jî ji bo firotinê. Lê wek her derê li wargehê jî zêde eleqederiyek pê nayê dayîn û zêde nayên firotin. Lê heger ev berhemên me bên firotin û hinek wan bişînin derveyî welat, mirov dikare bi rehetî pêdiviyên xwe yên aborî dabîn bikin. Ev kar, çanda pêşiyên me ye. Em bi vê çandê bi pêş dikevin û tên nasîn. Ez piranî şeleme, parzûn, çente û doxînan çêdikim. Ez gelek ji vî karî hez dikim.”

Dayê Taybet di heman demê de xebatkara Meclîsa Îştare û dibêje, ew hem karê malê, hem yê Meclîsê û hem jî karê hunerê destan bi hev re bi rê ve dibe.

‘Wek berê rîs peyda nabe’

Dayê Taybet bal bire ser qeyrana aborî û diyar kir ku bandora qeyrana aborî li kelûpelên wê jî bûye: “Niha kelûpelên ku em bi kar tînin bi pirranî giran bûne. Qeyrana aborî bandor li xebatên me jî kiriye. Herî zêde em dixwazin bi rîs çêkin, lê rîs peyda nabe. Berê li Navçeya Mexmûrê hebûn, lê niha nînin. Em dixwazin ciwanên xwe jî fêr bikin, lê pirraniya wan naxwazin xwe fêr bikin. Karê wan tenê bûye telefon.”

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.