Kantona Firatê şîn dibe

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 16 Adar 2024 - 00:18

Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê hewl dide hawaya ziwa li herêmê kêm bike û çareseriyan ji bo erdên nîvçolistanî peyda bike. Li gundewarê rojava yê bajêr li gundê Mînas Desteya Jîngehê Daristana Şehîd Baz bi rûbera 100 donim 5 hezar dar çandin. Her wiha li Daristana Emel li gundê Xerxerî bi rûbera 50 doniman 2 hezar û 200 dar çandin. Her wiha bi 20 kîlometre li rojavayê bajêr, desteyê Daristana Şehîd Qere Omer bi rûbera 20 doniman hezar dar çandin. Li gundê Şêx Çoban desteyê Daristana Şehîd Rustem bi rûbera 70 doniman 3 hezar û 500 dar çandin. Li gundewarê rojhilat, desteyê 2 daristan ava kirin. Daristana Şehîd Botan li gundê Tehtik bi rûbera 20 doniman û 650 daran û Daristana Şehîd Xeyrî li gundê Xirab Işk bi rûbera 100 doniman û 5 hezar dar hatin çandin. Ev jî daristana herî mezin e wek Daristana Şehîd Baz a Mînasê. Hemwextî wê, desteyê bi alîkariya xelkê û di çarçoveya hemleya "Bibe hevalê jîngehê" de ya ku zivistana borî li dibistan, pêşdibistan û saziyan li dar ket, 2 hezar û 500 dar çandin.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.