Jiyaneke bi lêgerîna azadiyê hunandî
Duşem 10 Sibat 2025 - 03:45
- Rojnamevan Stêrk Gulo diyar kir ku jiyana rojnamevan Şehîd Azîz Koyluoglû bi lêgerîna li azadiyê hate hûnandin û got: Hevrê Azîz bi sedan rojnamevanên azad gihand û nasnameya wê yekê afirand ku mejiyekî azad û demokratîk çawa dikare bê afirandin.
Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) di 8'ê Sibatê de ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 27'ê Çileyê li Ranyayê rojnamevan Azîz Koyluoglû şehîd bûye. Rojnamevan Azîz Koyluoglû li navçeya Çinar a Amedê ku bi lehengî û berxwedana xwe di dîrokê de xwedî cihekî girîng e, di sala 1976'an de li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Azîz Koyluoglû ku dilsozê doza gelê Kurd bû, weke her ciwanekî Kurd di têkoşîna mafdar de li Bakurê Kurdistanê 3 caran hate girtin. Hîn 16 salî bû li zindanên dewleta Tirk a faşîst êşkence lê hate kirin. Bi israr û têkoşîneke hîn mezin bi doza azadiyê re hate girêdan, di rêya têkoşînê de berxwedaneke mezin meşand. Sala 1994'an piştî Amedê karên xwe yên şoreşgerî li metropolan dewam kir û cara duyemîn hate girtin. Azîz Koyluoglû ku cara sêyemîn jî hate girtin, di navbera salên 1996 û 1998'an de li zindanê ma, lê di têkoşînê de israr kir û li hemberî êşkenceyê serî netewand. Azîz Koyluoglû ku li her devera Kurdistanê têkoşiya û karên rojnamevaniyê kir, di sala 2000'î de bû yek ji wan rojnamevanan ku pêşengî ji Çapemeniya Azad re kir. Bi Şoreşa Rojava re berê xwe da Rojava û ji karên akademî heta bi avakirina saziyên çapemeniya azad bi roleke mezin rabû û kedkarên çapemeniyê yên azad gihand. Hevala wî ya têkoşînê rojnamevan Stêrk Gulo ji ANF'ê re qala têkoşîna Azîz Koyluoglû kir.
Ew ji bo azadiyê stûnek bû
Stêrk Gulo anî ziman ku wê di sala 2001'ê de rojnamevan Azîz Koyluoglû nas kir û got:"Azîz Koyluoglû rojnamevan bû ku kedeke mezin da têkoşîna azadiyê ya Kurd, gelê Kurd, ew stûnek bû. Hevrê bû, xwedî nasnameyeke têkoşer bû û mamosteyekî mezin bû. Çawa ku di Çapemeniya Azad de her hevalekÎ me yê rojnamevan xwedî cihekî ye, hevrêyê me Azîz Koyluoglû jî xwedî girîngiyeke mezin bû.
Mamostayê me bû
Pêvajoya zindanê ya dewleta Tirk vegotibû. Digot, 'Doza Kurd dozeke kûr û bingehîn e û ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye. Piştî êşkenceya dewleta Tirk min careke din fêhm kir ku gelê Kurd heta azad nebe nikare bijî. Ji ber vê yekê jî israra li ser têkoşînê careke din zêde kiribû'. Hevrê Azîz ku temenê xwe da têkoşînê, jiyana wî bi ked, fedakarî û lêgerîna li azadiyê hatibû hûnandin. Hevrê Azîz mîna gelek hevrêyên me mamosteyê me bû. Di mezinkirina çapemeniya azad û gihandina çedkarên çapemeniyê yên azad de bi roleke mezin rabû. Dem hat berxwedana gerîla anî ser ziman, dem hat li ser gerîla nivîsî. Ji bo heqîqeta şer a li Kurdistanê ragihîne weke rojnamevanekî azad û demokratîk li her parçeyên Kurdistanê têkoşiya. Şer, talan, komkujiyên li Kurdistanê ji cîhanê re ragihand.
Çanda berxwedanê ji me re hişt
Stêrk Gulo diyar kir ku êrîşa li ser rojnamevanan pêwendiya xwe bi hewldana nixumandina tecrîda li ser Rêber Apo ye û got:"Êrîşên bi vî rengî yên meha Sibatê ne tesadufî ne. Rojnamevanên ku qala azadiyê dikin têne girtin, rojnamevanên dibin dengê heqîqetê têne hedefgirtin. Li Tişrînê hedefgirtina hevrê Nazim û Cîhan hewldanek ji bo nixumandina heqîqetê bû. Hevrê Azîz rojek beriya şehadetê, yanî di 26'ê Çileyê de bi telefonê bi min re axivî bû. Wê rojê em li ser berxwedana Tişrînê axivî bûn. Çavê wî, bala wî li ser Tişrînê bû; gotibû 'Em ê bi berxwedana Tişrînê re encamên mezin bi dest bixin. Berxwedana wêrekî ya gel wê encamên girîng bi xwe re bîne'.
Di bernameyan de, di gotarên xwe de ev rastî timî dianî ser ziman, hewl dida gel agahdar bike. Wêrekî û dilxwaziya wî ji bo paşeroja çapemeniya azad bû çavkaniya sûdwergirtinê. Şehadeta hevrê Azîz, ji bo me windahiyeke mezin jî be ruhê Çapemeniya Azad nikare bê tinekirin; nikare pênûsê bisekinîne. Di nava vê salê de me rojnamevnaên çapemeniya azad ên hêja ji dest dan. Me ew ji dest dan, lê belê mîrateya ku wan li pey xwe hiştin, di dilê bi hezaran mirovî de deng vedide. Hevrê Azîz mîna Seyît Evran, Gulistan Tara û Nazim Daştan çanda berxwedanê ya çapemeniya azad ji me re hişt. Lewma em deyndarî wî ne. Seyît Evran hişê Çapemeniya Azad bû, Azîz Koyluoglû jî şêwirmendek bû ku rê nîşan dida."
ANF/NÛJIYAN ADAR