Jiyana xwe fedayî azadiyê kir

Sêşem 1 Cotmeh 2024 - 02:05

Alî Ekber Oruç 1’ê Çileya 1993’an de li navçeya Hezex a Şirnexê hate girtin û bi muebedê hate cezakirin. Li girtîgehên Amed, Erzirom, Sîncan û Umraniyeyê ma. Tevî ku rapora nikare di girtîgehê de bimîne hebû jî, demeke dirêj nehate berdan. Piştî 21 salan girtîbûnê, 28’ê Îlona 2014’an di rewşeke gelekî kampax de hate berdan. Ji wê rojê heta 22’ê Îlona îsal, têkoşîna jiyanê de û şehîd bû. Orûç li gundê Mezrik a navçeya Xana Axpar a Amedê spartine axê. Hevalê wî yê zaroktiyê û girtîgehê Mehmet Zengeralp qala Oruç kir. Zengeralp diyar kir ku Oruç hê ji zarokiya xwe fedakar û dilsozê hevaltiyê bû û li gel têkoşîna azadiya Kurd hîn bêhtir pêş ket. Zengeralp da zanîn ku xeyala herî mezin a Oruç azadiya Kurdistanê bû, li hemberî sîstemê têkoşiya û hertim ziman, çand û dîroka Kurd lêkolîn dikir. Zengeralp destnîşan kir ku Alî Ekber Orûç di sala 1988’an de aktîf tevlî têkoşînê bûye û ji wan re pêşengî kiriye û got:’’Li aliyekê dewletê operasyon dikir. Di wê çarçoveyê de li herêmê tevlîhevî hebû, lê têkoşîneke mezin jî hebû. Xebateke mezin hebû.’’ Zengeralp da zanîn ku sala 1993’an dema ji bo xebatê çûn Hezexê, piştî ku 2 kes teslîm bûn, li gel Oruç hatine binçavkirin û leşkeren êşkenceyeke giran li wan kirin û wiha dewam kir:’’Dema em anîn Xana Axpar, li cihekî em sekinîn û ji me re gotin, ‘Ger hûn tiştên we kirine qebûl nekin, em ê we bikujin.’ Em li erdê dirêj kirin, çavên me girtin û çek xistine serê me. Dema ku çek dirêjî me kirin, heval Elî got:’’Ev bi mexsûs wiha dikin. Ji bo me bitirsînin, bi me tiştna bidin gotin wiha dikin.’’ Dîsa jî me tiştek negot. Li Xana Axpar em xistin odeyekê. Dest û çavên me vekirin. Min yek dît, çavên wê tije xwîn bûn. Got heval tu min nas dikî. Min got tu heval Elî yî. Wî jî got tu heval Mihemedî? Me li hev nêrî û em keniyan. 2 kesên din jî li hemberî me bûn û me dît ku tiştek bi wan nehatiye. Ma fam kir ku em di rêyeke rast de ne.’ 15 rojan em di bin êşkenceyê de man.’’ Zengeralp da zanîn ku di sala 1997’an de ew ji Amedê sirgûnê Erziromê kirine û got:’’Wî dizanîbû ku ji bo armancekê di girtîgehê de ye. Di wê çarçoveyê de difikirî û kûr dibû. 

Em ê ala wî bilind bikin

Zengeralp diyar kir ku tişta ew li girtîgehê li ser piyan hiştin armancên wan û baweriya wan a bi gel bû û got:’’Hevaltiya me hevaltiya heqîqetê û dilsoziyê bû. Ger hevalê te xurt be, tu jî xurtî. Vê hevaltiyê em li ser piyan hiştin.’’

Zengeralp destnîşan kir ku taybetmendiya herî pêş a Oruç dilnizmiya wî bû û got:’’Herkesî ew mînak nîşan dida. Dilsozî, durustî û fedakariya xwe hebû. Me gelek tişt ji wî girtin.’’

Zengeralp da zanîn ku tevî rapora wî hebû ku nikare di girtîgehê de bimîne, li ew bernedan û wiha got:’’Min tim digot gelo ez ê bikaribim wî dîsa bibînim. Dema ez çûm wî bibînim, hestên ku min jiyan kir nikarim îfade bikim. Hesreta dîtina wî heye, li tu rewşa wî dibînî nikare biaxive. Tenê li te dinêre û dikene. Dema tu vê rewşê dibînî, nikarî tehemûl bikî. Ew jî têrê nake, dema di nav êşeke bê wêne de ye, tu nikarî tiştekî bikî. Bêçare dimînî. Ez nikarim wan hestan îfade bikim. 15 salan em bi hev re di girtîgehê de man. Şehadeta wî zehmet e. Lê têkoşîna me didome. Şehadeta hevrê Elî ji bo me sedema bilindkirina ala têkoşînê ye.’’

Ger zû hatiba berdan! 

Hevjîna Orûç, Cemîle Orûç jî anî ziman ku hevjînê wê yê bi awayekî nexweş ji girtîgehê derket her tim bi ambûlansê dibirin nexweşxaneyê û nedikarî xwarinê bixwe. Orûç, anî ziman ku piştî 50 rojan li Amedê di nexweşxaneyê de ma hevjînê wê jiyana xwe ji dest da û got ku heke zûtir hatibûya berdan îhtîmala wîya başbûnê hebû.  

Em ê li ser şopa wan bin! 

Kekê Orûç, Mehmet Orûç jî wiha got:“Em gelek xemgîn bûn. Tiştek ji destê me nedihat. Rewşa wî giran bû. Enfeksiyon girti bû.” Orûç, diyar kir ku piştî birayê wî jiyana xwe ji dest da gelek hevalên wî hatin serdana wan û got:“Gelek bi xemgîn bûn. Digotin ‘Me mirovekî weke wî dirûst û dil temîz nedîtiye’. Hevalên wî, ji gundên derdorê herkesê ku navê wî bihisti bû dihatin. Em pê serbilind in. Wî em serbilind kirin. Em deyndarê wî ne û em ê li ser şopa wî bin.”

MA/RÛKIYE ADIGUZEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.