Berdana girtiyan tê taloqkirin
Şemî 18 Cotmeh 2025 - 03:10
Berdana Ardil Çeşme ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erzînganê girtî ye, cara 3'emîn bi rengekî kêfî hate taloqkirin. Berdana girtiya siyasî Ardil Çeşme beriya niha 2 caran her carê jî bi 6 mehan hatibû taloqkirin. Bi hinceta "Têkiliya xwe ya bi rêxistinê re dewam dike" berdana Ardil Çeşme ji aliyê Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ve cara 3'emîn ji bo 6 mehan hate taloqkirin. Li gorî agahiyan, berdana Nûrcan Aslan û girtiyeke din a jin a li heman girtîgehê bi heman hincetan hate taloqkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN