Jinên li Rojava bûn kirde

Pêncşem 23 Çile 2025 - 02:50

Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Mînaz der barê modela jiyana li Rojava û êrişa li hember wê de wiha got: “Şoreşa jinê pêk hat. Ez bawer dikim ku wê jin biharê jî, statu û nasnameyê jî bîne Rojava. Jinên li Rojava bûn kirde. Bi vê xwe heyî kirin û qadek jiyanê ava kirin.” 

Piştî ku Tahrir El Şam (HTŞ), di 8’ê Kanûnê de rejîma Baasê ya 60 salî xist û desthilatdarî xist bi kontrola xwe, Tirkiye û komên girêdayê Artêşa Netewyî ya Sûriyeyê (SMO), ev derfet dît û êrişê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Ev êriş li hember modela jiyana nû ya di encama şoreşa jinê de hatiye avakirin, pêk tê. Li dijî van êrişan çalakî û protesto pêk tên û li her derê bangên yekîtiya neteweyî tên kirin.

Aktîvîtsa Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Mînaz derbarê êrişan de nirxandin kir.

Jinan ji şoreşê re pêşengî kir

Ayşe Mînaz diyar kir ku Rojava di salên 60’î de herêmek di bin bandora Qraltiya Ereban a Sûriyeyê de bûye û got: “Li gelê wir bênasnaebûn hat ferzkirin û Kurd di tu tiştekî de nehatin dîtin û derveyê her tiştî girtin. Bê nasnamebûn hat ferzkirin. Di 2012’yan de bi bahara Ereban re rojava bi teşe bû. Tovên xwe avêt. Ew teşebûn li ber çavê cîhanê pêk hat. DAIŞ li ber çavê cîhanê êrişê wir kir. Lê jinan ji şoreşê re pêşengî kir. Gelê wir parastina xwe ya cewherî kir. Şoreşa jinan bi cîhanê re kelecan afirand.”

Jinên li Rojava bûn kirde

Ayşe Mînaz di dewamiyê de behsa netew-dewletên ku pêvajoya şoreşê terorîze dike kir û wiha vegot: “Jinên 80 salî yên parastina cewherî dikin terorîze dikin. Şoreşa jinê pêk hat. Ez bawer dikim ku wê jin biharê jî, statu û nasnameyê jî bîne Rojava. Jinên li Rojava bûn kirde. Bi vê xwe heyî kirin û qadek jiyanê ava kirin. Di demên dawî de bi hatina HTŞ’ê re êriş tên kirin. Jiyaneke li dijî demokratîkbûnê tê ferzkirin. Naxwazin şoreşa jinê berfireh bibe. Tenê xwe didin ferzkirin.”

Divê bibin yek

Ayşe Mînaz di dawiya axaftina xwe de wiha bi lêv kir: “Li Rojava jinan jiyaneke ku ew kirdeya wê ne ava kirine. Jin dixwazin di vê jiyanê de hebin. Jin di 2025’an de nasnameyê ferz kirin û statuya li Rojava ferz dikin. Ji ber vê di serî de jin û hemû kes divê hişmendiya netewa kurd derxin holê. Divê gel pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin û bidin aliyekî. Divê bibin yek. Divê kurd li çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêkên xwe yên navxweyî paşde bixin."

JINNEWS/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.