Jinan daxwaza azadiya Ocalan kirin

Çarşem 3 Îlon 2025 - 03:32

Jinan di mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin:"Aştî pir girîng e û divê em hemû piştgiriya xwe ji bo vê yekê nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin."

Bi pêşengiya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Rihtimê ya Kadikoy a Stenbolê mîtîngek bi dirûşmeya "Demokrasî û Aştî dê li dijî şer û mêtingeriyê bi ser bikevin" hat lidarxistin. Gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan, parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên kedê, rêxistinên ciwanan, sendîkayan û gelekên din beşdarî mîtîngê bûn. Jinên ku beşdarî mîtîngê bûn axivîn.

Dîdem Yilmaz bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Em, bi taybetî jin, bawer dikin ku ev pêvajoya aştiyê divê bi tenê komekê ve sînordar nebe; divê her kes beşdarî vê aştiyê bibe. Bidawîhatina şer divê tenê bêdengkirina çekan nebe; nayê wê wateyê. Şer tê wateya hilweşîna aborî, krîza aborî, zêdebûna kuştina jinan."

Berdevka Rêxistinbûnê ya DEM Partiyê ya Stenbolê Fatma Çelîk, diyar kir ku bi minasebeta 1'ê Îlonê daxwazên xwe ya aştiyê anîn ziman û wiha axivî: "Daxwaza herî girîng a gelê me ew e ku Rêberê me azad bibe û bikaribe bi hêsanî bi gelê xwe re têkilî dayne. Niha, hikûmetê ti gav neavêtiye. Bi giştî nebûna baweriyê heye. Ger ew bi rastî vê yekê cidî bigirin û xema xwe bidin, divê gavên pêwîst bavêjin, bi Rêber dest pê bikin. Ez ji hemû gelan re dibêjim ku aştî pir girîng e û divê em hemû piştgiriya xwe ji bo vê yekê nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin."

JINNEWS/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.