Jin di 2026’an de jiyanek ewle dixwazin

În 2 Çile 2026 - 03:38

Jinên li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê û herêma Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, hêvî kirin ku sala 2026’an ewlehî û aştiyê bîne.

Bi bidawîbûna sala 2025’an û destpêka sala nû re, hêviyên aştî û ewlehiyê yên niştecihên taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên li Helebê ji nû ve zindî bûn. Jin, hêvî dikin ku sala 2026’an aştî û aramiyê bîne Sûriyeyê û dorpêçên li ser van taxan werin rakirin. Jinên Dêrazorê jî "ji nû ve avakirina welatê xwe" dixwazin.

Zêdetirê salekê cîhadîst û leşkerên bipere yên dagirkeriya Tirkiyeyê, li dijî gelê Sûriyeyê komkujî û binpêkirinên herî tirsnak pêkanîn. Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, hêj di bin dorpêçê de ne û ev rewş didome.

Zeylan Mihemed a ji taxa Şêx Meqsûd, dixwaze di sala nû de dorpêça li ser wan hatiye ferzkirin bê rakirin û wiha axivî: "Di dawiya her salê de, mirovên li hemû cîhanê bi şahî û kêfxweşiyê pêşwaziya sala nû dikin. Rewşa me berevajî vê ye. Piştî hilweşîna rejîma Baasê, em difikirî ku dê aştî were Sûriyeyê. Lê, bi desteserkirina desthilatdariyê ya cîhadîstên HTŞ’ê re, dest bi zilma li dijî gelê me kirin. Li dijî gelek pêkhateyên cûda yên Sûriyeyê qetlîaman pêkanîn."

Zeylan Mihemed, destnîşan dike ku dorpêç rêgirtina li ketina pêdiviyên bingehîn ên mîna xurek, pêdiviyên tibî û sotemeniyê ya ji bo nava taxan pêk tê û got: "Li vir, zarok li benda alîkarî yên germkirin, şîr û pêdiviyên din in, lê hikûmet bi vî rengî gel dixe nava rewşek dijwar û dibe sedem ku zêdetir êş bikşînin. Bêyî şer û pevçûnan, mafê me ya jiyankirina di nava aştî û ewlehiyê de heye.”

Henae Silêman jî xwest dorpêç rabe û wiha axivî: "Bi hatina sala nû re, keyfxweşiya me kêm ma, ji ber ku dorpêç û êrîşên HTŞ’ê ya li ser taxa me didomîn. Her wiha binpêkirinên li dijî me û hemû gelê Sûriyeyê berdewam dike.”

Hedîyye El-Xidr, anî ziman ku ji sala nû daxwaza şert û mercên jiyanê yên baştir dike û wiha axivî: “Em dixwazin welatê me jî nû ve şîn û geş bibe û mirov bi awayekî baş nêzî hev bibin.”

NÛJINHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.