Ji xeynî şer jî çîrokên me hene

Nûçeyên Çand/Huner

În 1 Cotmeh 2021 - 05:04

  • Şehnaz dibêje, “Li Iraqê tenê civakek tine ye” û wiha pê de diçe, “Welatekî pirr hêlên wê hene û xwedî çandên cihê ye. Li bakurê Iraqê Kurd û Asûrî û Êzîdî hene. Divê hemû civak wek hev karibin xwe temsîl bikin û dengê xwe derxin. Iraq ne tenê welatek e ku lê zimanê Erebî tê axavtin. Û tenê Erebên ku li Bexdayê çêbûne û mezin bûne lê najîn.”

Şahnaz Dulaymî (Shahnaz Dulaimy) ji Iraqê ye û bi karê pevxistina filman re mijûl e. Bi gotineke din ew edîtoriyê dike. Gava ku li zanîngehê dixwîne bala wê li ser filman e û dixwaze sînemayê bixwîne lê şêwirmendê wê yê akademîk dixwaze berê wê bide pîşeyên wek aborî û karsaziyê. Ew dixwaze Şahnaz bi van beşan re mijûl bibe. Lê Şahnaz bi ya wî nake û li dû ya dilê xwe dihere. Ew sînemayê dixwaze û tiştê dixwaze pêk tîne.

Şahnaz ji Urdûnê ye. Ew li wir mezin bûye. Gava li wir dixwîne, berovajî mamosteyên xwe yên akademiyê tevdigere û berê xwe dide paytexta Îtalyayê Romayê. Ew dixwaze biçe bajarê ku dîmenên filmên “La Dolce Vita” û “Roma Holiday” lê hatine girtin û li wir bi cih bibe. Şahnaz li Romayê perwerdeya dîroka sînemayê û produkiyonê dibîne û di van karan de xwe bi pêş dixe. 

Nêzîkatiyên çewt hîna jî hene

Şahnaz nêzîkatiyên çewt yên derbarê sînemayê de rexne dike û dibeje, “Li derûdorê her tim tade heye li ser kesên ku bi karên afirîner yên hunerî re mijûl in” û vê yekê wiha şirove dike: “Mînak, gava mirov dibînin hûn derbarê film û lîstikvanan de diaxivin, vê yekê piçûk dibînin û bi pozbilindî nêzîk dibin. Lê di heman demê de her kes li hember televizyonan rûdinê, û li rêzefilm û filmên nû ango li van lîstikvanan temaşe dike. Di pîşesaziya sînemayê de hîna jî nêzîkatiyên erzan yên bi vî awayî hene mixabin. Lê mirovên ku zorê didin xwe û li hember van nêzîkatiyan disekinin jî hene, her çiqas ne bi dilê min be û têr neke jî gelek mirov hene ku ji vî karî hez dikin û vî karî pêk tînin.”

Ev festîval ‘projeyeke dildarî’ ye

Şahnaz li Londonê bi çend sînemavanan re yên ku wek wê difikirin û dihizirin “Independet Iraqî Film Festîval” (Festîvala Iraqê ya Filman a Serbixwe) hazir dike. Par ji ber pandemiyê tevî dilxwazên sînemayê, ev festîval online bi rê ve birin. Li gorî Şahnaz dibêje, qederê 5 hezar kesan festîvala wan şopandiye û tevlîbûneke baş çêbûye. Şahnaz ji bo vê projeya xwe ya festîvalê dibêje, ew “Projeyeke dildarî” ye û wiha dewam dike: “Filmçêkerên Iraqî yên afirîner û her wiha filmçêkerên nû yên ku di nav hewldana çêkirina filmên afirîner de ne, derdixe pêş.”

Şahnaz ji bo festîvalê jî dibêje, “Me xwest filmên ku me û nasnameya me nîşan didin, bibînin. Sînemaya Iraqê mixabin di warê navneteweyî de zêde nayê temsîlkirin. Em dixwazin platformeke ku filmên Iraqî nîşan dide, ava bikin, armanc û hedefa me ji festîvalê ev e.”

15 film neqandine

Şahnaz û organîzatorên festîvalê bi piştgiriya hevalên xwe yên filmçêker, dixwazin vê festîvalê mayînde bikin, lewma jî wan biryar daye ku cara duyem pêk bînin. Festîvala Iraqê ya Filman a Serbixwe di navbera 1 û 7’ê Cotmehê de dê 15 filmên metrajdirêj nîşan bide. Li gel nîşandan filman, sê kesên ku di warê sînemayê de tên naskirin dê li ser kar û ezmûnên xwe yên sînemayê biaxivin. Hunermendê dîtbarî yê Emerîkî-Iraqî Michael Rakowitz, Lîstikvan û derhênera Iraqî Zahraa Ghandour û sêwirmendê setên filman yê Iraqî Mohammed Xalid dê derbarê karên xwe de workshopê çêkin û behsa tecrûbeyên xwe yên sînemayê bikin.

Ji bo civakên Iraqê peywirek e

Şahnaz ji bo tevlîbûna îsal dibêje, qederê 90 filman mireceat kir. Vê yekê jî barê ser milê wan û her wiha berpirsyariya wan a ji bo festîvalê zêdetir kiriye û kêfa wan aniye. Lewma dibêje, “Ev festîval ji ‘projeya dildarî’ û wêde çûye û bûye peywirek ji bo civakên Iraqê û dîasporayê. Niha roleke wê ya wiha heye êdî.” Festîval dê ji bo herkesî vekirî be û gelek kes dê karibin bi rehetî xwe bigihînin filman. Her wiha dê bê pere bin û bi jêrenivîsên Ingilîzî werin nîşandan. Festîvalê ji bo mireceatê jî li filmçêkeran bi ti awayî pere ferz nekirine û ji bo mireceatan pere nexwestiye.

Li Iraqê tenê Ereb û Erebî tine ye

Şahnaz ji bo mireceata bi pere ya festîvalan dibêje, “Bi vî awayî hûn mirovan asteng dikin, mirovê afirîner ji ber van sedeman nikarin filmên xwe bişînin.” Berhemên ku hilbijartine yên filmçêkerên ku li welat û li derveyî welat dimînin ango filmçêkerên serbixwe ne. Ev film dewlemendiya civaka Iraqê, têkoşîna mirovan, hêvî û xeyalên wan nîşan didin. Ji bo îsal bêhtir bala xwe dane ser mijarên marjînal û çîrokên jinan. Şahnaz dibêje, “Li Iraqê tenê civakek tine ye” û wiha pê de diçe, “Welatekî pirr hêlên wê hene û xwedî çandên cihê ye. Li bakurê Iraqê Kurd û Asûrî û Êzîdî hene. Divê hemû civak wek hev karibin xwe temsîl bikin û dengê xwe derxin. Iraq ne tenê welatek e ku lê zimanê Erebî tê axavtin. Û tenê Erebên ku li Bexdayê çêbûne û mezin bûne lê najîn.” 

Çav û guhên xwe baş vekin ji bo filman

Di nav filmên îsal de yek ji filmên ku dê bala temaşevanan bikişîne filma “Iraqî Women: Voices from Exile” (Jinên Iraqî: Dengên ji penaberiyê) yê derhênerê Londonî, Maysoon Pahachi ye. Film sala 1990’î hatiye çêkirin. Belgefilma Ali Raheem “Balanja” ya ku sala 2015’an berê xwe dide jiyana çar mirovên Kurd û êş û rabihuriya wan vedibêje jî dê di festîvalê de were nîşandan. Şahnaz ji bo filmên ku dê werin nîşandan, dibêje, “Hêvîdar im ku temaşevan fêm bikin bê ka filmek di nav zehmetiyên çawa de tê girtin. Di bernameyê de hûn ê filmên dîmen xweşik yên pak nebînin. Dîmenên hûn ê bibînin dê zêdetir dîmenên xam, civakî, rasteqînî bin. Ez dixwazim mirov çav û guhên xwe baş vekin û wisa herin li filman temaşe bikin.”

Li Iraqê tenê mexdûr nînin

Şahnaz nêzîkatiya dinyayê ya derbarê Iraqê de jî rexne dike û dibêje, ev hêz dixwazin Iraqê tenê bi îmajên şer derxin pêş. Ji lewma jî tim behsa teror û rûxandina vî welatî dikin. Lê Şahnaz dibêje, ji xeynî şer û rûxandinê li Iraqê tiştên din jî diqewimin û ew dixwazin ji dinyayê re vê yekê bibêjin. 
Şahnaz herî dawî dibêje, “Li Iraqê her roj şer naqewime û her roj pêvçûn çênabin, wek tê nîşandan herêmeke ku bi şer hatiye wêrankirin jî nîne. Ji xeynî şer û aloziya siyasî, hin çîrokên me yên din jî hene ku em ê behsa wan bikin. Ji îro û pê ve jî em ê dewam bikin û van çîrokan bibêjin. Em naxwazin xwe tenê wek qurbanî û mexdûr nîşan bidin. Ez wisa hîs dikim ku em ê vî karî dewam bikin û berfirehtir bikin. Em ji bo vî karî êdî amade ne.” 


LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.