Ji tecrîdê re na, azadî aniha

Çarşem 9 Cotmeh 2024 - 02:30

Parlementerên DEM Partiyê Ceylan Akça û Serhat Eren ji bo Mîtînga Azadiyê ku 13’ê Çile wê li Stesyona Amedê dijî tecrîd û bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were lidarxistin bang kirin û gotin,’’Em dixwazin Ocalan azad bibe û pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Em hemû gelê xwe vedixwînin qada mitîngê.” 

Dijî tecrîdê û bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdulah Ocalan çalakî didomin. Bakurê Kurdistanê xwe hazir dike ku 13’ê Cotmehê li Amedê bi tevlêbûneke girseyî tecrîda li ser Ocalan bi asta herî bilind şermezar bike û bi dengekî xurt ragihîne ku Kurd êdî dixwazin Rêberê xwe li nav xwe bibînin. Tê payin ku 13’ê Cotmehê li qada Stesyonê ya Amedê bi sed hezaran kes bigihijin hev. Parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Ceylan Akça û Serhat Eren banga beşdariya mitîngê li gel kirin. 

Parlamenteran diyar kirin şerê li Kurdistanê têkilî tecrîda li ser Ocalan e û gotin ew dixwazin Ocalan azad bibe, bang li gelê Kurd kirin ku bi girseyî werin Mîtînga Azadiyê. 

Jin wê azadiya Ocalan bixwazin

Parlamenter Ceylan Akça destnîşan kir ku divê jin li dijî tecrîdê û kuştinên jinan roja mitîngê berê xwe bidin qada mitîngê û azadiyê biqîrin. Akça anî ziman ku ew dixwazin dengê xwe roja 13’ê cotmehê li Qada Îstasyonê bilind bikin û got: “Em li dijî tecrîdê û kuştinên jinan rabin ser pêya û li ber xwe bidin. Divê em sîstema koletiyê red bikin. Em li dijî tecrîdê û kuştina jinan û koletiyê li ber xwe didin û azadiyê diparêz in. Em ê di 13’ê Cotmehê de daxwaza azadiya birêz Ocalan bikin û daxwaza çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd bikin. Jin ji bo azadiyê divê biherikin mitîngê û di refa herî pêş a mitîngê de cihê xwe bigirin.” 

Divê hemû gelê me li mîtîngê be

Parlamenter Serhat Eren jî diyar kir ku desthilatdariyê li dijî israra Rêber Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê şer berfirehtir kir û wiha got: "Ev mitîng mitîngeke girîng a li dijî kuştinên jinan û parastina azadiya jinan e. Hemû pereyê welat li ser şer tê xerckirin. Şer rasterast bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye. Em ji tecrîdê re dibêjin ‘na’ û dibêjin azadiya Ocalan aniha bila pêk were. Em ji şer re dibêjin na. Em dixwazin Ocalan azad bibe û pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Lewma jî em ê vê mitînga azadiyê li dar bixin û em hemû gelê xwe vedixwînin qada mitîngê.” 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.