Ji sosret û ecêbê wêde

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 21 Tebax 2023 - 05:29

Min dixwest îro li ser şehîd Demhat binivîsim, lê na, hazir nînim, lazim e ez bi qasî ku karibin bi adilê qedrê wî bigirim behsa wî bikim. Ji ber wê ez ê behsa meseleyeke din bikim.

Dîmenekî ecêb ji ber çavên min naçe û ez ê ji we re behsa wî dîmenî bikim. Dîmen ji Efrîna dagirkirî ye. Kesek, mîkrofon di destê wî de ye, li dora wî kesên ku bi cilûbergên xwe diyar e ku bi pirranî  Ereb in, dipeyive: Li Efrîna Kurdan, em gelê Kurd hiro, bi biraderên Ereb ra em beşdarine…

Kesên li dora wî bi Erebî û bi Kurmancî hin dovîz hildane. Li ser wan dinivîse: “Em alîgiriya helwêstên rêveberiya Amerîkayê yîn di berjewendiya milîsên terorîst û cudaxwaz de li ser hesabê piştevaniya aliyên ku nûneratiya şoreşa gehê Sûriyê dikin şermezar dikin.”

Zêde serê xwe neêşînin, ev nivîs ne li dijî hêzên QSD, YPG û YPJ´ê hatine nivîsin, ew li dijî temamê gelê Kurd û destketiyên wî ne. Lê nivîs li vir naqedin: “Em biryara Wezareta Xizînedariya Amerîkayê ya li dijî pêkhateyên Hemze û Sultan Silêman Şah red dikin, ji ber ku bandorê li hemû xelkê şoreşa Sûriyê dike.”

Di van nivîsan de ew ji Emerîkayê dixwazin ku biryara xwe betal bike û wiha dewam dikin: “Em red dikin ku navê pêkhateya kurdî di çareserkirina kêşeyên siyasî yên navdewletî de ku xizmeta milîsên cudaxwaz ên ku nûnertiya kurdên Sûriyê nakin, bikin.”

Bela xwe ji Kurdiya wê vekin, lê ew dibêjin, statuya Kurdan qebûl nekin. Efrîn holê pirr xweş e... Peyama dovîzan, parastina destavêtina jinên Kurd, desteserkirina milkê wan û dagirkirina welatê wan e. “Mêrik” rehet, ji dil û kezebê diaxive: “Ev fermanê derketî ji xiznedariya Emerîkiyê da … dixwazin simaetê her du firqa xira bikin. Firqa Siltan Silêman Şah û Firqa Hemze. … Îro, em minasebetê Kurdî serûber pîroz dikin bi biraderên xwe yî Ereb re. Biraderên me yên Ereb di her du firqan de bi me re beşdar in di Newrûzê da, di sehafê [çand] da, di her tiştikî da bêhnê kurdiyetê jê tê? Lê gelo, mixabin, îrio em dibîzin, di îlam il-alemî [nûçeyên ji cîhanê] da gotinên tên kirin, biryarên tên standin ne di ciyê xwe da ne. Çima? Îro her du birader, Ebû Ebd-ul-Hey lû Seyf Ebû Bekir  bi hev du ra firqak teşkîl kirine, dixwazin emr û eman di mintiqê Efrîn da çêkin, xizmet dikin, û li cem wana hemnî Kurdan ne mişkile ye”. Ecêba ecêban jî di dawiyê de di nava tekbîran de dibêje “bijî biratiya gelê Kurd û Ereb”.

Sosreta sosirmet a ku berê digotin, xwedê dizane ev e. Di nava miletê Kurd de meseleya netewebûnê meseleyeke pirr nakok e. Ewçendê meseleyeke nakok e ku kesên xwe weke “neteweperestên” wê yan jî “nasyonalîstên” wê bi nav dikin jî hîna bi berjewendiyên miletê xwe nizanin û xizmeta dijminên neteweya xwe yê herê mezin yanî dewleta Tirk dikin. Ji ber wê jî di nav wan derdoran de em nabînin ku behsa vê sosretê dikin.

Ji ber wê, ez ji ber van sosret û ecêban zêde şaş û metel namînim. Gotineke pêşiyan li aliyê me piçekî cihê tê bilêvkirin û li qisûra min nenihêrin, ji niha ve doza efûyê li we dikim, lê ji ber ku di cih de ye, ez ê wê li vir binivîsim: “Heta ev serî li vê dinê ye, ev q*n hê wê çi ecêba bibîne”.

Axir, mesele zêhniyeta me ye… Ez gelek caran dibêjim, yên ku hîna artêşa xwe nas nakin, nikarin hez ji neteweya xwe bikin û qet nikarin bibin parazvanê wê. Li Efrînê kesên ku bi Kurdî van gotinan dikin, mirovî aciz jî bikin, dîmenên Gerîlla TV´yê yên çalakiya 3 gerîlayan li dijî tumeneke dewleta Tirk a dagirker li Girê Cûdî, nîşan dide ku qehremanên neteweya Kurd ava û azad bikin hene, û ew ê bi xiyaneta li Efrîn û deverên din jî karibin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.