- Weşanxaneya Sîtavê bi navê “Ez pêşeroj im” romaneke nû çap kir.
Weşanxaneya Sîtavê bi navê “Ez pêşeroj im” romaneke nû çap kir.
Roman bi Kurdiya Kurmanci ye û ji hêla nivîskar Ehmedê Sedef ve hatiye nivîsandin. Nivîskar berhema xwe bi rengekî xeyalî li ser pêşketina teknolojîya siberojê honandîye.
Naveroka berhemê wiha ye;
“Pêşketina teknolojîyê û cîgirtina robotan ya di jiyana mirovan de û lêgerîna mirovan ji bo peydakirina jîyanê li gerestêrkeke din dê di pêşerojê de çawa bandor li ser mirovan bike. Lehengên sereke yên nivîskar hemû robotin ku ketine şûna mirovan. Ew robot di nava hewldana avakirina dinyayeke bêşer û demokrat de ne. Ew carinan xwendevan dibin berîya hezaran salan, carinan dibin çiyayên Kurdistanê û dikin şahidê 74 fermanên li ser Êzidîyan û carinan dibin siberojê û li gerestêrkekê de jîyaneke nû pêşberî wan dike.”
NAVENDA NÛÇEYAN