Ji sînemayê wêdetir rûmet hebû!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 5 Cotmeh 2022 - 06:40

  • Marlon Brando digot, Çermsor nikarin dengê xwe bilind bikin û kes naxwaze wan bibihîze jî. Wî ev nebihîstin veguherand fersendê: Bifikirin 85 milyon insan û her wiha Hollywood bi rastiyê re rû bi rû man. Ev yek mafê çermsoran bû û ez ji bo vê çalakiya xwe qet ne poşman im. 

ARDÎN DÎREN

 

Sala 1973’yan derhêner Ford Coppola romana bi navê “The Godfather” ya nivîskar Mario Puzo wergerand senaryoyeke bêhempa û dûre jî filmeke ku hîna jî xelk lê temaşe dike û jê têr nabe, derxist holê. Di filmê de Marlon Brando jî rola xwe dikir û bi rola xwe ya Don Vito Carleone lîstikvaniya xwe derxistibû asta herî jor. Ji lewma lîstikvaniya wî ya di vê filmê de ya ku weke “lîstikvaniya metodî” jî tê nirxandin, ezamet bû. 

Ji ber vê aktoriya wî ya ezamet, Juriya Oscarê xelata “Lîstikvanê mêr yê herî serketî” dabû Marlon Brando. Lê Brando ev xelata Osacarê red kir û neçû merasîmê. Bi vê helwêsta xwe wî xwest nêzîkatiya Emerîkayê ya li hemberî çermsoran rexne bike. Nexasim jî tiştên ku Hollywood bi filmên xwe pêk dianî. Ji lewma jî ji dêvla ku ew here merasîmê, jineke çalakvan û çermsor, yanî Scaheen Littlefeather şand merasîmê. Littlefeather ji dêvla wî derket ser dikê û nêzîkatiya Hollywoodê ya nijadperest weke ku ta bi derziyê ve bike li nav dev û rûyê lîstikvan, derhêner û filmçêkerên Emerîkî xist. Wî zemanî, ev biryara Marlon Brando pirr hatibû nîqaşkirin û gelek kes bûbûn dijminê wî. Lê Marlon Brando bi vê biryara xwe nîşan da ku ji huner, lîstikvanî û filman wêdetir “rûmet” heye û divê ev yek beriya her tiştî were û meriv hay ji rûmeta civakên din hebin beriya ku wan piçûk bibînin û xwe jî li ser wan!

 

‘Ji destên wan xelatê negire’

Scaheen Littlefeather beriya çend rojan di 75 saliya xwe de wefat kir. Dema ew derketibû ser dikê, 26 salî bû. Ew bi wê axaftina xwe ya heq, ma di bîra me gelekan de. Ew bi eslê xwe keseke Apache û Yaqui bû. Ji bo mafê civaka xwe, weke çalakvanekê dixebitî. Ji ber vê yekê, wê ev fersenda Marlon Brando pirr baş bi kar anî û li dîmenên wê kêliyê hîna jî tê temaşekirin û meriv bêhtir li ser vê meseleyê diramin. Scaheen Littlefeather bi giştî deqeyekê li ser dikê diaxive. Lê Marlon Brando nivîseke dirêj nivîsandiye. Jixwe, Litttlefeather ji ber ku diaxive, derfeta ku nivîsê hemûyî li ser dikê bixwîne tine ye. Lê ew di nav deqeyekê de digihîje armanca xwe û tişta dixwaze, dibêje. Dema lîstikvan Roger Moore xelatê dirêjî wê dike jî qebûl nake. Ji lewma Brando lê tembîh kiriye û gotiye emanet, tu xelatê ji destên wan negirî! 

 

Helwêsta Hollywoodê şermezar dike

Littlefeather li ser dikê dibêje, “Mixabin Marlon Brando vê xelatê qebûl nake. Sedema vê yekê jî nêzîkatiya pîşesaziya filman a Hollywoodê ya derbarê çermsoran de ye.” Piştî axaftina wê gelek kesan Marlon Brando rûreş kir, lê gelek kesan jî ev helwêsta wî di cih de dît û piştgirî da vê çalakiya wî. Di vî warî de ev ne çalakiya wî ya ewilî bû. Brando her tim piştgirî dida saziyên sivîl û li gel wan bû. Heta, ew di sala 1964’an de ji ber ku piştgiriyê dide masîvanên çermsor û tevlî protestoyan dibe û mafên wan diparêze, tê girtin jî. Ji lewre ew ji çalakiya xwe ya Oscarê jî ti carî ne poşman e.

 

‘Ji çalakiya xwe qet ne poşman im’

Marlon Brando di heman salê de tevlî bernameya “Dick Cavett Show” dibe û li wir dibêje, çermsorên Emerîkî li ti deverê nikarin dengê xwe bilind bikin, ji lewma wî biryareke wiha girtiye. Ji Dick Cavett re ew dibêje, “Çermsor nikarin dengê xwe bilind bikin û kes naxwaze wan bibihîze jî. Dema ez li vê yekê fikirîm, min got fersendeke baş e ji bo wan. Bifikirin 85 milyon insan û her wiha Hollywood bi rastiyê re rû bi rû man. Ev yek mafê çermsoran bû û ez ji bo vê çalakiya xwe qet ne poşman im. Tenê ne çermsor Hollywood neteweyên din jî xerab nîşan dide û çandên din piçûk dibîne. Nexasim jî Hindû û zarokên wan pirr xerab nîşan didin û henekên xwe bi wan dikin. Mirov dema li van filman temaşe dikin di serê wan de ev tiştên xerab dimînin û wê civakê wiha nas dikin. Gelek kes newêrin derbarê vê rastiyê de biaxivin, lê divê mirov li hemberî vê yekê bêdeng nemîne û karibe dengê xwe bike.” 

 

Wêrekiya wan ma di bîra xelkê de

Marlon Brando û Sacheen Littlefeather jidil jî di vî warî de wêrek bûn û piştî salên dirêj, ev wêrekiya wan nehat jibîrkirin. Piştî 50 salan, yanî sala 2022’yan Akademiya Sînemayê ya Emerîkayê ji Littlefeather lêborîn xwest û di 17’ê Îlona bihûrî de ji bo wê merasîmeke rûmetê li dar xist. Marlon Brando ji vê dinyayê bar kir. Littlefeather jî kiras guherî. Lê ev wêrekî û çalakiya wan bi gelek kesan re hêzeke bê dawî çêdike. Her wiha giringiya çalakiyên wiha jî di şexsên wan de careke din tê fêhmkirin. Ji lewma, her çiqas pozê serdest û dagirkeran neşewite jî ji ber pêkûtiyên wan yên xerab, dîsa jî divê mirov di her fersendê de bi çalakiyên wiha wan şermezar bike û xerabiyên wan bîne bîra wan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.