Ji Receb Dildar romaneke nû

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 13 Îlon 2022 - 22:06

  • Weşanxaneya Dara romana nû ya Recep Dildar a bi navê “Bêjan” çap kir. 

Weşanxaneya Dara romana nû ya Recep Dildar a bi navê “Bêjan” çap kir. 

Nivîskar Recep Dildar bi romanên xwe yên “Şikefta Xwekuştinê” , “Şikestî” û “Leqat” tê naskirinê.

Beşek piçûk ji romana “Bêjan” wiha ye:‘’Bêjanê, bi pêxîra Çavnûtik girt, serê xwe nêzî serê wî kir û wek ku bi ser rûyê wî de verişe, hevokên xwe li dû hevdu kirin rêz: “Ji ber ku tu bavê min î, ez ji xwe fedî dikim. Ji ber ku bêşerefekî wek te bavê min e, ez ji xwe nefret dikim. Tu wek fîzîkî bavê min bî jî, ez ê tu carî nebim qîza te. Ez ê her tim qîza dayika xwe Çilkeziyê bim. Ez ê şepela dêya xwe bim. Û heke min ev heyf ji te nestanda, wê her tim xewên şevan li min biherimiyan.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.