- Muhsîn Ozdemir: Di nav civaka me de tenê her sê olên Samî yên yekxwedaperest tên bîra mirovan. Ya rastî, bi rêya hêz û derfetên xwe Zerdeştîtî hertim reş kirine. Lê xweşbextane di van salên dawiyê de bi saya lêkoler û zanayan hino hino rastiya Zerdeştîtiyê jî zelal dibe.
MIHEME PORGEBOL
Ferhad Ebdulhemîd Palewan kitêba ‘Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestiyê’ nivîsî û Weşanxaneya Sîtavê jî bi wergera Muhsîn Ozdemir bi Kurmanciyê weşand. Li ser vê kitêbê û sedema wergerandina wê, em jî bi wergêr Muhsîn Ozdemîr re peyivîn. Ew ji bob Zerdeşt dibêje, “Zerdeşt bi hûrgilî û bi hizreke zanistane, di çarçoveyeke gelek sade û di heman demê de bi rengekî felsefî bersiva xwe daye. Ev bersiv, cih û pileyeke xwe ya bilind heye, ku di nav Gatayan de bi hezaran salan beriya niha, bi wêrektî û jîrektî, ji bo wê demê û niha û siberojê jî, bûye rênîşana herî baş ji bo mirov.”
Tu dikarî hinekî behsa pêvajoya wergera kitêbê bikî? Çima te ev kitêb wergerand?
Weşanxaneya Sîtavê ji min xwest ku em li ser Zerdeşt kitêbekê wergerînin. Çend pêşniyaz kirin ku pirr dihatin naskirin. Min berê xwe da zêdetirî bîst berhemên li ser zerdeştiyê yên ku bi Farsî û Kurdî-Soranî hatibûn weşandin. Di nav wan kitêban de ya ku kêm kesan pê dizanî ‘Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestiyê’ bû. Mala Zerdeştiyan a Silêmaniyê ji xwediyê weşanên Sîtavê Mamoste Qahir Bateyî re pêşniyaz kiribû ku bi kurmancî were çapkirin. Berhem weku pirtûk peyda nebû, weku pdf berdest hebû ku ew jî ji aliyê teknîkî ve pirr tevlîhev bû. Piştî ku min carekê xwend û lêhûr bûm bi şûnde, min wergera wê erê kir. Bi hevkarî û piştgiriya Weşanxaneya Sîtavê bi mehan li ser xebitîm û min ew wergerand Kurmanciyê. Bi vê jî keyfxweş im ku ruhê Mamoste Ferhad Ebdulhîd Palewan ê ku bîst salên temenê xwe veqetandibûn ji bo lêkolîna ola neteweya Kurd, wê şad bibe.
Kitêb çima girîng e?
Kitêb encama xebateke bîst salan e, û xwînerên Kurd bi zimanekî Kurdî li ser ola xwe ya neteweyî wê ron bibin. Ji ber ku di dîroka mirovatiyê de felsefe û ola zerdeştiyê bingehekî wisa qayîm daniye, hê jî ti felsefe û dînan nekarîye xwe bigihînin naveroka wê ya insanî û xwezayî ya ji bo civateke pêşverû. Ji ber vê yekê, pirraniya olên asîmanî, ya rastî pêşengên wan êriş bireye serê û ew bê hed û bê hesab reş kirine. Ji ber ku Zerdeşt ji nav civaka Kurd derketiye û belgeyeke bênîqaş e li ser koka Kurd û dîroka Kurdan, hê zêdetir rastî êrişên cihêreng hatiye. Tew mesele birine heta bi wê yekê ku peyamber yan pîrên Kurdan jî bikin ê xwe û ji bingehê kurdbûnê dûr bixin. Ji ber vê yêkê zelalkirina vê mijarê wekî ferzekê dibînim. Bi xwendina vê pirtûkê re ez hêvî dikim ku xwîner wê zêdetir rû bi rûyê ferzên xwe bibin.
Felsefeya Yekxwedaperestiyê çi ye? Rola Zerdeşt tê de çawa xwe dide der?
Beriya bi hezaran salan, fikirîna li xwedayekî tenê ku danerê gerdûnê hemûyî ye, bi serê xwe ferqa xwe datîne holê. Ango bawerî bi yek xwedayî, yekîtîya wî anîn e. Felsefeya yektaperestî yan yekxwedaperestiyê jî avakirina civakekê li ser bingehê fikrekê ye ku bi vê rêyê jî avakirina yekîtiya civakê ye. Jixwe, bi hezaran pirtûk li ser vê mijarê çap bûne û belav bûne. Lê ya giring ew e ku mirov rola Zerdeşt di vê felsefeyê de bibîne. Gotinên resen ên Zerdeşt ku di “Gata”yan de hene, bi eşkere nîşanî me didin. Heman ji wê kêliya ku mirov lingê xwe daniye nav cîhana bîr û fikirînê, hezyarê wê tiştê bû, ku bizane bê jiyan çi ye? Başî û xerabî çi ne? Rêya rizgarî û serfiraziyê kîjan e?
Mirov di seranserê dîroka jiyana xwe de têkoşiyaye û hewl daye bi rêya fikirînê ev raz û nihênî ji bo wî eşkere bibin. Peyamber, feylesof, mamostayên akarê, rêber û pêşewayên îdealîst, zana, nivîskar, hunermend û wekî din. Her yekî ji wan, bi şêweyekî ev pirsyar di bîra xwe de nirxandiye, li gorî nihêrîna xwe bersiva xwe ya taybet daye. Lê belê, Zerdeşt ji hemûyan bêhtir bi hûrgilî û bi hizreke zanistane, di çarçoveyeke gelek sade û di heman demê de bi rengekî felsefî bersiva xwe daye. Ev bersiv, cih û pileyeke xwe ya bilind heye, ku di nav Gatayan de bi hezaran salan beriya niha, bi wêrektî û jîrektî, ji bo wê demê û niha û siberojê jî, bûye rênîşana herî baş ji bo mirov.
Zerdeşt, ji bo her yekî ji wan pirsyarên girîng û bingehîn ên der barê hebûn û jiyanê de, başî û xerabî û rêya rizgariyê ku mirov li ser hizir dike, piştî fikirîneke pirr kûr, bersiva xwe ya taybet daye.
Felsefeya Yekxwedaperestiyê di sazkirina nirxên civakî de xwedî roleke çawa ye?
Zerdeşt, bi aqil û hizra xwe, bi venihêrîngehê, xwedayê xwe nas kiriye û bi xelkê daye naskirin. Ew xwedayê ku Zerdeşt ew nas kiriye, ji rastî, pakî, fikra baş, zanayî, jîrî, mihrebanî, dadgerî, şiyanî, avadanî û başiyê pêk tê. Bi tu awayî xerabî, xapandin, hêrsîtî, têkderî, nepakî di kesayetiya wî de tine ye. Beriya ku fikra xelkê aloz bike û dûçarî perîşaniya fikir û weswesê bike, gelekî bi jîrî û bi hostayî pirsgirekê vedigerîne ser meydana rastiyê, peyameke ji bo perwerdikirina bîr û aqil û hişê mirov e, ji bo gihandin û bilindkirina taybetmendiyên başî û hêjayiyê û birêkûpêkirina akarê mirov e. Hewl û koşîna Zerdeşt ji bo wî tiştî ye ku bi ragihandina peyama xwe, fikir û gotin û kirina xelkê bigihîne lûtkeya puxteyî û bêkêmasiyê, ku bi vê rêye cîhanekê ji bo mirov rayêxe, ku mirovê hişyar, jêhatî û jîr li ser peyrewiya zagona rastî û duristiyê tê de bijîn, rik û kîn û hêrs tê de nebe.
Tesîra Zerdeşt û Avestayê li ser olên din ên yekxwedayî çawa çêbûye?
Helbet li ser vê mijarê gelek lêkolerên navdar ên cîhanê û alim û zanayên olên yekxwedapersetî yên Samîyan gelekî serê xwe li ser vê mijarê êşandine ku cihêrengî û kevnartiya xwe bidin diyarkirin, bi taybetî jî Ola Îbrî. Lê bi zelalî ronî bûye ku Zerdeşt gelekî beriya Cihûyan, ol û peyama xwe belav kiriye. Di vê pirtûkê bi berferehî behsa vê mijarê hatiye kirin, danberhevek di navbera van olan ango olên Samî yên Yekxwedapersetî û Zerdeştiyê de jî cihê xwe tê de digire.
Di nav Kurdan de ev felsefe çawa xuya dibe?
Di nav civaka me de wexta yekxwedaperestî tê gotin, tenê her sê olên Samî yên yekxwedaperest ango Cihûtî, Xirîstiyanî û Misilmantî tên bîra Kurdan. Ya rastî, bi rêya hêz û derfetên xwe Zerdeştîtî hertim reş kirine. Lê xweşbextane di van salên dawiyê de bi saya lêkoler û zanayan hino hino rastiya Zerdeştîtiyê jî zelal dibe. Jixwe, yek ji mebesta vê pirtûkê jî bersivandina gelek îdîayên li ser Zerdeştîtiyê yên di bin kirasê zanyariyê de ye.
Tu wek wergêrê vê pirtûkê û wek lêkolerek derbarê yektaperestiyê, Zerdeşt û Zerdeştîtiyê de bi giştî çi dibêjî?
Helbet ji bo ronîbûn û têgihiştineke kûrtir li ser dîrok, dab û nerît û kodên Kurdî hê pêwistî bi xebat û fedakiriyên zêdetir heye. Vê jî bêjim; her çiqasî bi zimanên din vekolîn hatibin kirin jî di mijara kod û bilêvkirinên Kurdî de meylûxwehrî hatine kirin. Ji ber vê yekê, amadekirina berhemên Kurdî bi zimanekî zelal wê ji gelek kodên biyanî rizgar bike. Wek mînak em hîn bûbûn, yan em hîn kiribûn ku li şûna Ahûra Mezda de, em bêjin Ahura Mazda, hezaran tiştên wisa. Bi vê jî keyfxweş im elaqemendiyeke pirr girîng li ser berhemên Kurdî çêbûye. Her kesê ku di vê hêlê de kedekî dide wan pîroz dikim.