Weşanxaneya NAyê ya li Izmîrê weşangeriyê dike, du pirtûkên nû yên bi Kurdî derxistin. Yej jê bi navê “Dîwaneka Ciwan Gulbihar” e û ya din jî “Heyvîn Çima Ranazê?” ye. Pirtûka “Dîwaneka Ciwan Gulbihar” pirtûka helbestê ye û ji aliyê Îkram Baban ve hatiye nivîsandin. Pirtûk ji 64 rûpelan pêk tê.

Îkram Baban, ji deryaya helbesta klasîk a Kurdî têra xwe siûd wergirtîye lê di heman demê de dirûvê helbesta wî klasîk jî be, têra xwe ji helbesta modern jî tehmijiye. Ji her kesî nayê helbesteke klasîk lê serketî bihûne. Lê Baban ev yek biriye serî, yanî ji hêla teknîka helbesta klasîk ve helbestên kêmqisûr bexşî edebiyata Kurdî kirine.

Baban, kurdîyeke bi çêja devoka Serhedê bi kar aniye. Helbesta wî ne bi wezna erûzê ye, li ser kîteyan hatiye ristin. Tercîha Îkram a vî terzê helbesta bikîte li gorî ya bi erûzê qet ji herikbariyê tiştek kêm nekiriye, berevajî vê yekê, ekleke xwezayî daye helbestê. 

 

Ji bo zarokan Heyvîn Çima Ranazê?

Pirtûka “Heyvîn Çima Ranazê?” jî, Siya Sîtav ji bo zaroka nivîsandiye. “Heyvîn Çima Ranazê?” 16 rûpel in, bi hewara wan zarokan ve diçe ku ranazin. Siya Sîtav, bi kurmanciyeke delal pirtûka xwe nivîsandiye. Di pirtûkê de dayika Heyvîn dixwaze Heyvînê bi xew ve bibe. Lê Heyvîn digirî, ranaze. Ajalên cîran, leg, mirîşk, çêlek, beq alîkariya dayika Heyvînê dikin da ku Heyvînê bi xew ve bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN