Ji MED-DER’ê perwerdeya pedagojîk

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 14 Çile 2025 - 01:05

Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), cara ewil di Akademiya Ehmedê Xanî de perwerdeya pedagojîk ji bo pêşdibistanê pêk anî.

MED-DERê xwandewanên xwe yên ku bi serkeftî perwerdeya xwe temam kirin, bawername da wan. Bername li ÇandAmedê ya ku li navçeya Bajarê Nû ya Amedê ye pêk hat. Li ser navê Partiya Herêmên Demokratîk( DBP) hevserokê Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz, Dayikên aştiyê û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn. Li salonê pankarta “Her dem kurdî her der kurdî” daliqandin. Di bernameyê de ewil Endamê Komeleyê Mamosteyê Kirmanckî Suleyman Yilmaz axivî û di axaftina xwe de diyar kir ku MED-DER cara ewil e waneya pedagojiyê dide û got: “Ev xebateke pîroz û girîng e. Ev xebatên me dê bidomin. Bi taybetî temên 0-6 salî yê zarokan girîng e. Perwerdehiya di vî temenî de, ji bo pêşketina zimanê dayikê gelek girîng e. Pêwist e em her li derê bi zimanê dayikê biaxivin û zarokên xwe bi zimanê dayikê mezin bikin. Hê jî asteng dikin ku kurd bi zimanê kurdî zarokên xwe perwerde bikin. Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Heke çand û zimanê kurdan bê qebûlkirin gelek pirsgirêk dê bên çareserkirin.”

Dayika Aşitiyê Meyema Tura jî li ser navê dayikên aştiyê axivî. Meyema Tura, ji bo xebatên MED- DERê, hemû xebatkar û rêveberên MED-DERê pîroz kir û got: “Zimanê kurdî zimanekî pir qedîm û dewlemend e. Pêwist e, em li her derê li çand û zimanê xwe xwedî derkevin”

Piştî axaftinan şagirtên ku bi awayekî serketî perwerde qedandin, bawernameyên xwe ji destê mamosteyan wergirtin. Bernameyê, bi sitranan û xwendina helbestan bi dawî bû.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.