Ji Lîsê 6 pirtûkên nû

Nûçeyên Çand/Huner

În 4 Hezîran 2021 - 05:11

Weşanxaneya Lîsê şeş pirtûkên nû yên bi Kurmancî çap kirin.

Nivîskar Îsmaîl Dîndar bi romana xwe ya bi navê “Wê Rojê” û Samî Hêzil jî bi pirtûka xwe ya bi navê “Lehengê Mîtolojiyê” silavê li xwînerên Kurd dikin. Lîsê wekî din helbestên Nûrî Hîzanî jî bi amadekariya Îbrahîm Bulak bi nav ê Hub û Xebat weşandine. Her wiha Ezîzê Gerdenzerî bi Bingeh (Serpêhatî), Cîhan Roj bi Şeşaqil(Roman), Hamît Baydu jî bi Tutina Bavê min (Çîrok) derketine pêşberî xwendevanên Kurdî.  

Weşanxaneya Lîsê pirtûka Wê Rojê wiha dide nasîn; “Romana ‘Wê Rojê’ li ser du tevnan hatîye avakirin. Jîyana bajarê bin erdê û şerê xendekan û şikefta nav berfa çîyayan. Li Bajarê Axê dest pê dike roman û li çîyayê berfê didome. Roman tevna xwe li ser bûyerên rastîn ava kirîye. Lê di naveroka romanê de rastî û leylana jîyanê tevlihev bûne. Bêhna azadî û têkçûnê ji romanê difûre.”

Ji serdemên qedîm heta roja îro

Her wiha Lehengê Mîtolojiyê jî wiha dide nasîn: “Textê leheng ji serdemên qedîm heta roja îro tim li navenda vegotinê bûye. Nirxên ku mirovahîyê timî heja kirine bi hebûna lehengan teşe girtine. Lewma jî leheng wek têgeh bi dorfirehîya wateya xwe, bûye babeta gelek teorîyên nûjen û bala ramangeran kişandiye. Nivîskarê me di vê xebatê de hewl daye ku ji bergeha fikrên nûjen ên ku dorhêla têgeha leheng diyar kirine. Xwestiye li taybetmendîyên lehengên nav destanên kurdî binêre û bi mînakên xwemalî hin encamên objektîf derxîne holê.”

Ermenekî Kurdîziman

Îbrahîm Bulak ji bo Nûrî Hîzanî û Hub û Xebat di pêşgotina kitêb de ew agahî dane: ‘’Di rewşenbirîya Kurdî de bi qasî Kurdan carina ji wan zêdetir jî nekurdên Kurdîziman bi behremendî û berhemên xwe xwedî cih in. Çi rojhilatnasên bîyanî çi Mesihîyên li Kurdistanê bi lêkolînên xwe carina jî bi kilamên xwe kelopora Kurdî dewlemend kirine. Yek ji wan jî Nûrî Hîzanî an jî bi navê xwe yê Ermenîkî Hovakim Margaryan e. Nûrî Hîzanî, şair, nivîskar û mamosteyê Kurdî ye ku îroroj mirov dikare ji bo wî bibêje kesekî jibîrçûyî ye. Ev kitêba li ber destê we jî li gorî zanîn û kanîna xwe hewlek e ji bo ronîkirina jiyan û rewşenbiriya wî.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.