Ji Koma Amara klîpa ‘APO Roj e’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 6 Hezîran 2024 - 00:45

Koma Amara di çarçoveya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Çareserî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de li 74 navendan dest pê kir, stran û klîpa bi navê “APO Roj e” ku bi 3 zimanan Kurdî, Erebî û Ingilîzî hatiye gotin, weşand.

Gotinên stranê aîdî Baran Dilbihar û mûzîka wê ya Serxwebûn Zeyno ye; Kurdiya wê Koma Amara, Erebiya wê Meent Alah Altoma ku ji bajarê Reqayê ye û Ingilîzî jî Caroline Mercier a ji Ewrûpayê, gotine. Derhênerê klîpê Nadya Derwêş û senaryo jî ji aliyê Koma Amara ve hatiye nivîsandin.

Strana bi navê “APO Roj e” li ser kanala fermî ya Koma Amara ya Youtube hate weşandin:

https://youtu.be/_pYs39XKg5w?si=Fxqw3zETERCL0hYN

NÛJINHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.