Derhênerê Fransî Jean-Pierre Jeunet ku ew bi filmê xwe yê “Amélie” tê nasîn vê carê jî romana bi navê “Changer l’eau des fleurs” (Nûkirina ava kûlîlkan) a Valérie Perrin adapteyi sînemayê dike. Lîstikvan Leila Bekhti ew ê weke aktrîsa sereke di film de cih bigire. Ev roman li Fransa û Îtalyayê zêdetirî 2 milyonan hatibû firotin.
Violette Toussaint li navçeyeke piçûk a Fransayê li goristanekê weke dergevanekê dixebite. Ji ber henûniya wê xelkên derûdorê jê pirr hez dikin. Kesên ku diçin serdana miriyên xwe bêyî ku Violette Toussaint bibînin venagerin mala xwe. Gelek caran serdêrên goristanê diçin mala wê û derdê xwe ji vê jinikê re dibêjin. Li mala Violette Toussaint ken û girî dibin yek û ev serdan parçeyekî rûtîn ên jiyana wê ne.
Serpêhatiyeke di navbera jiyan û mirinê de
Rojekê komîsereke bi navê Julien Seul ji Marsîlyayê tê goristanê û ji Violette daxwazeke ecêb dike. Dayika Julien beriya ku bimire xwestiye ku xweliya wê li goreke biyanî were rijandin. Ev xwesteke ecêb li ser Violette tesîreke mezin çêdike û jiyana aram a Violette serobino dibe. Bi pirsên Julien gelek tişt eşkere dibin û her ku pirs û bersiv zêdetir dibin evîn û trajediyeke mezin jî derdikeve holê. Bi vê yekê re têkiliyên di navbera mirin û jiyanê de jî zelaltir dibin.
Roman Valérie Perrin a “Changer l’eau des fleurs” li hember zehmetiyên jiyanê behsa hêvî û bextewariya jinekê dike. Her wiha behsa hêza evîn û hezkirinê jî dike bê ka çawa dikarin ruhê insan veguherînin û baş bikin. Ji ber vî awayî xwîner ji vê romana ku weke helbestekê hatiye nivîsandin hez dikin û dixwînin.
Leila Bekhti di derbarê rola xwe de ji kovara Paris Match re axivî û got; “Violette karektereke bi hêz a ji zeman jî wêdatir e. Her çend navbera min û mirinan ne baş be jî ez ronahiya wê dibinim û hîs dikim. Rêyeke helbestî ya bi vî awayî tine ye ku di nav mirinê de li jiyanê digere.”
Derhênerê film Jean-Pierre Jeune jî da zanîn ku ku ew di vî filmê xwe de weke filmê “Amlie” bi atmosferên fantastîk danekeve lê ew ê bi zimanekî sade û helbestkî romanê adapteyî sînemayê bike.
NAVENDA NÛÇEYAN