Ji çar parçeyan ciwan

Çarşem 14 Sibat 2024 - 00:09

ARJÎN NÛJÎN / SAARBRUCKEN

Meşa Rêwiyên Azadiyê ya ciwanên Kurd, di roja 5’an de ye. Ciwanên ku ji Mannheimê dest bi meşê kirin, heta Saarbruckenê 50 km’yan meşiyan. Rêya ciwanan a îro jî 15 km ne. Meşa ku ciwanên ji çar parçeyên Kurdistanê gîhande hev, ciwanên enternasyonalîst jî piştgiriyê didin. Ciwanê Elman ku xwe weke Deniz Amed dide nasîn, 12 sal in ji bo Ocalan tevlî çalakiyan dibe. Ugen Dolmatsangê ji Tîbetê jî, cihê xwe di meşê de girt. Denîz Amed dibêje, ev 12 sal in ew tevlî meşên dirêj dibe, heta niha di 15 meşan de cihê xwe girtiye. Meşa îsal ji yên din hîn girîngtir e û got:’’25 sal in, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl girtî ye û di bin êşkenceyeke giran de ye. Ev 3 sal in jî ti agahî jê nayê girtin. Tam dema wê ye ku êdî ji bo meseleya Kurd çareseriyek were peyda kirin. Sedema ku ez îro hatime vir, ez piştgiriyê bidim Kurdistaniyên ku li her devera cîhanê bi taybetî li Kurdistanê rû bi rûyê neheqiyên mezin dibe.’’ Amed da zanîn ku atmosfera meşê gelekî baş e, evqas mirov ji bo armancekê û xeyalên hevpar tê ba hev, cihgirtina di vê meşê de ji bo wî serbilindî ye. 

Pirsgirêkên Tîbetê û gelê Kurd weke hev in

Yek ji meşvanê azadiyê, Ugen Dolmatsangê 20 salî ku ji Elmanyayê tevlî bûye. Ugen Dolmatsang diyar kir ku ew tiştên ku gelê Kurd jiyan dikin, ew jî jiyan dikin. Ew neçar dimînin ku di bin zexta dewleta Çînê de jiyan bikin, weke Kurdan erdnîgariya wan jî xedexe ye, nikarin zimanê xwe yê dayîkê biaxivin û nikarin bi Tîbetî navê zarokên xwe deynin. Ew ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re tevlî meşê bûye û wiha got:’’Sedema herî mezin a hatina vir, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza statûya Kurdistanê ye. Ez baş dizanim ku dîlbûn û zext tê çi wateyê. Ji bo em dîlbûna Ocalan û gelê Kurd biqêrin û ji bo gelê Elman vebijin, ez tevlî meşê bûm.’’

Hogirê ji Zaxo jî di meşê de ye

Ev meş ji çar parçeyên Kurdistanê digîhîne hev. Yek ji wan Hogir Cemîl Mûsa yê ji bajarê Zaxo yê başûrê Kurdistanê ye. Ev 4 sal in li bajarê Kîel ê Elmanya jiyan dike. Destnîşan dike ku ew ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan gelekî bi bandor bûye û ti carî dîlbûna wî qebûl nake. Mûsa dibêje, ev 2 sal in ew tevlî meşên dirêj dibe û destnîşan dike ku heta Ocalan bigîhê azadiya xwe, ew ê tevlî hemû çalakiyan bibe. 

Em ji bo armancekê dimeşin

Aram Kobanê yê 24 salî jî, li bajarê Kobanê yê Rojava, di nava malbateke Êzîdî de mezin bûye. 6 sal in li Elmanya jiyan dike. Par jî telvî meşa ku ji aliyê ciwanên li Ewrûpayê hatiye organîze kirin, bûye. Ew dibêje ji ber bi 200 mirovên ku bi heman armancê dimeşin re bûyîn, wî gelekî kêfxweş dike:’’Atmosfera meşê gelekî baş e. Ji çar parçeyên Kurdistanê, ji nasname û baweriyên cuda mirov, ji bo armancekê dimeşin. Ji ber ez ji meşa par gelekî bandor bûm, min xwest ez îsal jî bimeşim.’’

Divê em hîn bêhtir xwedî derkevin

Cavît Heyranî ji bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye. 2 sal in li Elmanya dijî. Heyranî dibêje heta Rêber Abdullah Ocalan azad nebe, Kurdistan jî azad nabe û wiha dewam dike.’’Li vir tirsa girtin û kuştinê tine ye.Divê tevlîbûn hîn xurttir be. Pêwîst dikir, şûna 200 kesî, zêdetir mirov hebûna. Ez bang li ciwanên li Ewrûpayê dikim, ji bo azadiya Rêber Ocalan, hîn bêhtir tevlî çalakiya bibin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.