Ji bo sosyalîstan destpêkeke xurt
Pêncşem 22 Gulan 2025 - 03:25
Piştî Rêber APO, PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12’emîn lidar xist. PKK'ê ragihand ku biryara bêçalakîtî û bidawîkirina xebatan daye. Siyasetmedar û nivîskar Mahîr Sayin banga Rêber APO û geşedanên dawî nirxand.
Mahîr Sayin anî ziman ku tu caran demokrasî ji bo gelan wek 'diyariyek' nehatiye dayîn û got:"Îro her pêngava ku wê ber bi civaka demokratîk ve were avêtin, wê bi şêweyê rastkirina têkiliya li kolanan li kursiya desthilatdariyê hatiye afirandin, pêk were. Delîla herî baş a vê yekê jî bi encamên berxwedana rasteqîn a ku tevgera azadiyê ya Kurdistanê ev 40 sal in didomîne, tê nîşandan. Êdî hişmendiya hebûnê ya neteweya Kurd bi şeklekî rêxistinkirî ketiye dewrê ku nema dikare bi asîmîlasyonê were berevajîkirin û dewlet jî li ber ronahiya vê rastiyê neçar maye ku xwe ji nû ve binirxîne. Zîhniyeta dewletê ji ber ku hîn jî nikare paradîgmaya xwe ya damezrîner derbas bike, nizane çi bike.”
Sosyalîzma civaka demokratîk
Sayin bal kişand ser biryarên kongreya PKK'ê û bibîrxistina ‘sosyalîzma civaka demokratîk’ û got:"Kongre cewhera civaka demokratîk bi pêşniyara civaka li ser bingeha sosyalîzm, kolektîvîzm û komunalîzmê esas digire. Lê belê divê em zanibin ku çîna desthilatdar a civaka kapîtalîst ji xwe weke dewletekê ji bo pêşîgirtina li şidetê, meşeke ku wê dawiya xwe bîne, hatiye birêxistinkirin. Bi hişmendiya ku faşîzm tesfiyeya dijminahiya li demokrasiyê ye, divê muzakereyên ku pê re têne kirin ji têkoşîna antî-faşîst cuda neyê hesibandin. Bi tenê hêzeke gel a bi vî rengî ya rêxistinbûyî dikare wan ber bi demokrasiyê ve dehf bide. Danûstandina bi faşîzmê re nayê wateya domandina têkiliyên baş bi wê re; tê wateya bi temamî têkoşîna li dijî vê. Di rastiyê de ya ku îro zemîna muzakereyê derxistiye pêş, ji bilî têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiya xwe bi deh hezaran feda kiriye, ti kes nîne.”
3 erkên girîng
Sayin diyar kir ku di rewşa heyî de sê peywirên girîng dikevin ser dînamîkên civakî û got:"Ya yekemîn avakirina eniyeke demokrasiyê ya antî-faşîst, antî-emperyalîst û antî şovenîst e. Ya duyemîn jî ew e ku baskê çep ê ku wê li dijî hêmanên rastgir û navendî yên vê eniyê were avakirin, di vê tevgerê de roleke rênîşandar dilîze, dema ku weke bloka sêyem ji geşedaneke domdar a sosyalîzmê re tê girtin. Ya sêyem jî ew e ku sosyalîst bikaribin deformasyonên sosyalîzma reel derbas bikin, têkiliyên takekesî-sosyal ên sosyalîst bi awayekî demokratîk ava bikin û bi bernameyeke nû di vê têkoşînê de rola rênîşandêriyê bilîzin."
Zemîneke xurt a enternasyonalîzmê
Sayin der barê dengvedana Kongreya 12’emîn a PKK'ê de wiha hat got:"Li pêşberî vê rastiyê, pêngava bêdengkirina çekên ku PKK'ê bi pêşengiya Rêber Apo bi dest xistî û ji bo bicihanîna daxwazên azadiyê bi rêbazên siyasî ji bo tevahiya mirovahiyê weke qezencekê dîtiye û çepik lê hatiye xistin. Mirov dikare bibêje ku ji bo yekitiya navneteweyî ya bindestan bingeheke xurt tê avêtin, ku heta roja îro bi ser neketiye. Rêber Apo tu gaveke ku kesên pê bawer dikin şaş neke avêtiye û bingeha vê baweriyê neşikandiye. Her kesên dixwazin ber bi demokrasiyê ve pêş bikevin, yanî hemû mûxalefetên demokratîk divê baş zanibin ku yek ji şertên bingehîn ên vê meşê rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e û bibe parçeyek ji tevgera hevgirtinê. Ev wê wek testeke lîtmûsê xizmetê ye ka dê ev pêvajo bi pêş bikeve yan na. Mirov dikare bibêje ku ev derketina nû, li gel vegotinên xwe yên di asta gerdûnî de, dikare ji bo tevgera sosyalîst a li Tirkiyê ji krîza ku niha tê de derbas bibe bibe destpêkeke xurt.”
Têkoşîn wê diyarker be
Sayin gavên ku divê dewlet ji bo pêvajoyê bi ser bikeve wiha rêz kir:’’Ya yekemîn; misogerkirina şert û mercên xebatê yên Birêz Ocalan, peydakirina pozîsyoneke ku karibe bi awayekî azad tevbigere, êrîşên li dijî mûxalîfan rawestîne, tavilê girtî serbest bên berdan û ji bo demokrasiyeke rasteqîn hilbijartinên azad di zûtirîn dem de pêk bên. Têkoşîn wê diyar bike bê ka armanc pêk hatiye yan na.”
MA/OMER GUNGOR