Heta encamê li berxwe didin
Çarşem 21 Gulan 2025 - 03:15
Şandeyeke ji Kampa Penabaran a Mexmûrê ji bo têkildarî ambargo û zextên li ser kampê, bi Wezareta Edaletê ya Iraqê re hevdîtin kir. Dema şande vedigeriya, di rê de ji hêla leşkerên Iraqê ve hatin binçavkirin. Xelkê Mexmûrê jî ji bo rakirina ambargoyê û berdana endamên şandeyê, dest bi çalakiya nobetê kirin. Xelkê, li pêş noqteya kontrolê ya hêzên Iraqê kon vegirtine û di çalakiya xwe de bi israr in. Ji çalakvanan Besîme Spertî diyar kir ku heta zextên hikûmeta Iraqê bi dawî dibin wê çalakiya xwe bidomînin û got:“Zêdetirî 30 sal in em li vir penaber in. Ev meheke kamp di bin ambargoya Iraqê de ye. Nahêlin karkerên me yên ji bo xebatê çûne vegerin. Gelê me yê ji bo nexweşxane an jî pêwîstiyeke xwe dixwaze biçe, paşve vedigerînin. Hevalên me yên ji têkiliyên karên derve berpirsyar jî ev 4 roj in binçavkirî ne. Daxwaza me ew e ku ambargo bê rakirin. Heta destûrê nedin hatin û çûna me û heta hevalên me neyên berdan em ê çalakiya xwe bi dawî nekin. Em dixwazin me esas bigirin û rêyekê bibin vê pirsgirêkê.”
Nasnameyan nû nakin
Yûsif Nêrwehî jî got ku hikûmeta Iraqê bi awayekî keyfî û derhiqûqî ambargo daniye ser kampê û got:“Em vê ambargoyê şermezar dikin. Hevşaredar, meclis û hevalên me yên li gel wan ji bo çareseriya pirsgirêkê çûbûn hevdîtinê hatine binçavkirin. Nasname nayên nûkirin û nahêlin em biçin Bexdayê. Me jî li dijî van derhiqûqtiyan dest bi çalakiyê kir. Heke daxwazên me bicih neyînin em ê çalakiya xwe bidomînin.”
Xwendekar jî di çalakiyê de ne
Xwendekara bi navê Yasemîn Zorovayî jî anî ziman ji ber ambargoya Iraqê nikare dibistana xwe bidomîne û got:“Nahêlin xwendekar, nexweş, karker û hwd. derbas bibin. Hemû dinya dizane ku zêdetirî 30 sal in li vir in û em ji ber doza Kurd koçî vir bûne. Me tu caran dewlet nedaye zorê. Lê ew her cureyên êrişan li ser me dikin. Banga me ji bo tevahiya gelê me yê welatparêz ew e ku li dijî vê bêhiqûqtiyê dengê xwe derxînin û hikûmet jî pirsgirêkê çareser bike.”
Perwerde tê asteng kirin
Ji mamosteyên Komîteya Perwerdeyê ya Kampê Hesen Marînos jî diyar kir ku mafê perwerdeyê yê gel ji dest hatiye girtin û got:“Ji 18’ê Nîsanê ve li ser kampê ambargoyeke fiîlî heye. Nahêlin em biçin û me binçav dikin. 3 hevalên me yên li têkiliyên karên derve hatin binçavkirin. Bi fermî çûne lê dîsa jî hatine binçavkirin. Dema em diçin hevdîtinê dibêjin pirsgirêk tune ye lê heye. Her tim me mijûl dikin. Em dixwazin me weke penaberên siyasî qebûl bikin. Mafên me yên perwerde û tenduristiyê tên astengkirin. Em mamoste dixwazin xwendekar ji mafê perwerdeyê sûd bigirin û rê were vekirin. Em dixwazin rêxistinên mafên mirovan dengê me bibihîsin û li dijî vê derkevin. Em banga piştevaniyê li her kesî dikin.”
MA/ZEYNEP DURGUT