Em li pey biryarên Rêber APO ne
Sêşem 20 Gulan 2025 - 03:05
PKK’ê encama danezana kongreya xwe ya 12’emîn eşkere kir û di kongreyê de avahiya rêxistinî ya PKK’ê fesix kir, têkoşîne çekdarî û karên bi navê PKK’ê têne kirin hemû bi dawî kir. Her wiha kongreyê şehadeta Fermandarên pêşeng Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ragihand. Têkildarî şahadeta fermandarên pêşeng, kongreya PKK’ê û çarenusa Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê Fîlîz Bûdak axivî. Fîlîz Bûdak di destpêka axaftinên xwe de şehîdên mezin Alî Haydar Kaytan û Riza Altun bi rêz û minnetdarî bi bîranî û ev tişt gotin:“Şehîd Alî Haydar Kaytan û Riza Altun avakerên PKK’ê ne û pêşengên me ne. Şahadeta wan em êşandin û em di kesayeta wan de tevahî şehîdên PKK’ê bi bîrtînin. Wan rêya me ronîkir û bûn çavkaniya azadiya me. Herdu şehîd jî, rêhevên Rêber Apo yên destpêkê bûn. Rêhevalên weke Alî Haydar Kaytan û Riza Altun ji bo azadiya tevahî civakan ked û xwêdan rijandin. Kesayeta Kurdê azad û nasnameya Kurdê azad derxistin holê. Em wek civak minnetdarê wan şehîdan in. Divê em bikaribin bibin layiqê wan.” Fîlîz Bûdak behsa 12’emîn Kongreya PKK’ê kir û destnîşankir ku ew wek gelê Mexmûrê wê kongreyê slav dikin, rêzdariya xwe tînin ser ziman û got:“Hemu biryarên ku di wê kongreyê de hatine girtin nirxandin ji bo me dîrokî ne. Biryar û nirxandinên wê kongreyê ji bo me manîfesto ne. Wê ew biryar rêya jiyana civaka aştî û demokratîk veke. Ji bo van rojan bi deh hezaran bedel hatin dayîn û kedek mezin hatiye dayîn. PKK’ê bi îdeolojiya rizgariya jinê, bi avakirina artêşa jin, pergal û partiyên jinan, pêşî li tûnehesibandina jinan girt. Jin bûn artêş. PKK’ê gelê Kurd ji îmha û înkarê rizgarkir. PKK gihişte wê biryarê ku êdî rolê şerê çekdarî qediyaye û derbasî pêngavek din bibe. Heval Cûma ger ku dibêje; Ez carekdin bêm ser ruyê vê cîhanê, ezê carek din Rêber Apo ji bo xwe esas bigirim, gotinên dawî evin! Em ji Rêber Apo û rêxistina xwe bawerin û em heta dawî piştgirî didin pêngavên tên avêtin.”
Em arşîva gelê Kurd in
Fîlîz Bûdak têkildarî çarenusa Wargeha Mexmûrê ev nirxandin kirin:“Bê goman ev geşedan û biryarên tên girtin wê bandora xwe li Wargeha Mexmûrê jî bike. Ji ber ku gelê Mexmûrê di salên 90’î de ji ber zilm û zoriya dewleta Tirk koçber bûne. Em arşîva gelê Kurd ya salên 90’î ne. Sekna gelê Mexmûrê seknek polîtîke. Ev 30 salin em têkoşînekî mezin didin. Bê guman ger vegerek ya welat hebe şert û mercên vê gelê jî hene. Yekem şertê me jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji bo wê em wek gelê Mexmûrê bê şert û merc wisa naçin welat. Gelek bûyer hene ku divê dewlet ronî bikin, madî maneyî hesabxwestinek ya vê mijarê heye. Em bi dozekî ve girêdayîne û vegera me jî li ser wê esasê tê kirin. Pêvajoyek pêşiya me ye û em jî dişopînin. Biryarên ku Rêbertî û rêxistina me bide emê li gor wê tevbigerin.”
ROJNEWS/MEXMÛR