Bayik: Tevgera Rêber Apo da qezenckirin
Sêşem 20 Gulan 2025 - 03:45
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku niha ev tevgera Rêber Apo bi Kurdan da qezenckirin û got:” Eger îro di qada navneteweyî de ji bo Kurdan hurmet çêbûye, ev encama têkoşîna ku Rêber Apo pêşxistiye û mudaxeleya ku kiriye ye.”
Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hate lidarxistin û biryarên kongreyê di 12'ê Gulanê de bi raya giştî re hatin parvekirin. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di axaftina xwe ya li kongreyê de got, "Rêber Apo niha bi paradîgma û manîfestoyeke nû dixwaze pirsgirêka demokrasî û azadiyê ya mirovahiyê çareser bike."
Nirxandinên Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi vî rengî ne:
"Di serî de girêdan û hurmeta xwe ji bo Rêber Apo diyar dikim. Di şexsê hevalê Fûat û Riza de hemû şehîdên PKK’ê û şehîdên azadî û demokrasiyê bi bîr tînim û hurmet û mineta xwe diyar dikim.
Niha pirsgirêka me ya esas helbet fêmkirin e. Niha bi kongreyê 1’ê re Rêber Apo manîfestoyek da pêşiya me, bi hemû kêmasî, şaşitî û niyeta xwe me ew manîfestoyê meşand. Bi vê re me gelek encam jî derxist. Ev rasîtiyek e kes nikare înkar bike. Encax kesên ku wîjdana wan nebe dikare van înkar bike. Yên xwedî wîjdan dizanin ku di bin rêbertiya Rêber Apo de têkoşînek hat meşandin û ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo jinên Kurd, ji bo mirovahiyê û ji bo jinên cîhanê çi encamê derxistiye dizanin. Encamê ku derketin encamên pir mezin in.
Ev tevger tevgerek îrade û fedayî ye, bi temamî xwe xistiye xizmetê Rêber Apo û tevlîbûn li ser vê esasê çêkirine. Ji ber ku em wisa tevlî vê tevgerê bûn. Tevlîbûna me tevlîbûna li Rêber Apo ye. Madem ku em tevlî Rêber Apo bûne, lazim e ne ji hinek aliyan ve, ne hinek aliyên ku tê hesabê me, bi her aliyê ve bi Rêber Apo re yekîtiya xwe çêbikin. Fedayîtî di me de heta dawiyê ye, wêrekî, fedakarî, xwe hesab nekirin ev hemû hene. Rêber Apo jî vana di wextê de anî ser ziman.
Talûke jî hene, em ne tenê erkan bibînin, lazim e talûkeyan jî bibînin. Van talûkeyan jî encex bi pêkanîna erk û mesûliyeta xwe em dikarin bibînin û van talûkeyan ji holê rakin. Eger ev nebe, hedefa dijmin ew e ku PKK’ê bi navê Kurd û Kurdistan çi çêkiriye bi temamî ji holê rake. Niha ev tevgera Rêber Apo bi Kurdan da qezenckirin. Eger îro di qada navneteweyî de ji bo Kurdan hurmet çêbûye, ev encama têkoşîna ku Rêber Apo pêşxistiye û mudaxeleya ku kiriye ye. Niha li ser wê mudaxeleya dîrokî, mudaxelayekî dîrokî ya hê mezintir hê kûrtir pêş dixe.
ANF/BEHDÎNAN