PKK ruhek e, exlaqek e

Şemî 17 Gulan 2025 - 03:50

  • Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Besta Botan û Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok li ser Kongreya 12'emîn a PKK'ê nirxandin kirin. 

Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Besta Botan destnîşan kir ku wê ji ber PKK'bûyîna xwe timî bi rûmet û serbilind bin. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok got:"Hevalan jî anîn ziman, PKK ruhek e, exlaqek e, jiyanek e berî her tiştî Rêber Apo ye."

Li Kongreya 12'emîn a PKK'ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di navbera 5-7'ê Gulanê de li du qadên cuda bi hemwextî hate lidarxistin, biryarên dîrokî hatin wergirtin. PKK'ê bi vê kongreyê re ji bo pêşî li stratejiyên nû veke biryar da ku avahiya xwe ya rêxistinî fesix bike, karên bi navê PKK'ê têne meşandin rawestîne û têkoşîna çekdarî bi dawî bike.

Ji delegeyên kongreyê Besta Botan got, "Di vê pêvajoyê de wê civaka demokratîk bê avakirin." 

Nirxandina Besta Botan bi vî rengî ye:

"Destpêkê yê ku PKK ava kir, di heman demê de biryara fesixê dide û yê ku avakarê modernîteya demokratîk e Rêber Apo û di şexsê hevalê Fûat, hevalê Riza, heval Sakîne Cansiz hemû şehîdên şoreşê silav dikim. Weke PKK, weke partî tişta da me, hevalan gelekî anîn ziman. Weke Kurd, weke jin, weke mirov me hebûn di tinebûnê de jiyan kir. Me tehma azadiyê kir.

Erê têkoşîna çekdarî êdî bi dawî dibe. Lê belê têkoşîneke hîn kûrtir, têkoşîneke hîn zêdetir li ser esasê siyaseta demokratîk, civakbûnê, ji her alî ve kûrbûnekê pêwîst dike. Li gorî wê jî ji bo pêvajoya nû jî li ser bingeha em ê bibin pêşengên avaker, destpêkê em ê xwe ava bikin. Li ser vê esasî em ê civaka demokratîk ava bikin. Bêguman kelecana wê jî heye. Pêvajoyeke dîrokî ye. Lê belê di heman demê de kelecaneke ku em karibin di vê pêvajoyê de rola xwe bilîzin heye. Li ser vê bingehê em hevalan silav dikin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok di kongreyê de ev nirxandin kir:

"Li ser fesixkirina PKK'ê, mirov xwe xemgîn nebîne. Rêber Apo kêfxweşiya vê jiya. Ji xwe bawer e, ji tiştên ku dixwaze bi pêş bixîne bawer e û ji bo wê gotiye 'Ew îradeya min e, ew berpirsyartiya min e, kî çi dibêje bila bibêje PKK wê bê fesixkirin, xilas'. Em vê jî fêhm dikin. Hevalan jî anîn ziman, dîroka me 52 sal ku têra cîhanê dike. Wexta ku em ê çawa şer bikin, çawa xwe bi rêxistin bikin, me dîroka şerê cîhanê dixwend. Yek û yek. Lê belê hemûyan bide ser hevdu nîvê PKK'ê nakin. Me tiştekî bi vî rengî da mirovahiyê, da cîhanê. Erê, ew nirx in, ne tenê ji bo me, ji bo mirovahiyê wê her hebin. Hevalan jî anîn ziman, PKK ruhek e, exlaqek e, jiyanek e berî her tiştî Rêber Apo ye. Em timî dibêjin, Apocî ne. Xilas. Hemû Rêber wisa ne. Pêxember wisa ne. Sed salan, hezar salan carekê mirovên bi vî rengî, rêberên bi vî rengî têne cîhanê.

Em dikarin yên bi înîsiyatîf, îrade û mejiyê me ve girêdayî bikin. Lê belê hinek tişt li derveyî me ne. Eger dewleta Tirkiyeyê israr bike, şer li ser me ferz bike, wê bike. Ew jî ihtimaleke, ew jî mumkun e. Divê mirov rewşa heyî hemûyî bide ber çavan. Dema ku mirov bala xwe didin ser zimanê wan, ne tenê hesasiyeta civaka Tirkiyeyê, ziman di heman demê de nîşaneya mejî ye.

Ji destpêka PKK'ê ve ev yek timî hatiye gotin. Dagirkeriya Tirkiyeyê û rewşa Kurdistanê li cîhanê mînakeke xwe nîne. Bi rastî jî nîne. Şêwazê çareserkirina pirsgirêkê jî ne weke ya cîhanê ye.

Felsefekarek, yan jî zanyarek dibêje, pirsgirêkên bi vî rengî ku şer bên çareserkirin, ti mînaka wê weke ya navbera PKK'ê û dewleta Tirk li cîhanê nîne. Çima? Muhaqaq di vê pêvajoyê de hêzeke sêyemîn hebûye. Her tim bûye. Lê belê di ya me de nîne. Serokatî zane çima nîne."

ANF/BEHDÎNAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.