Îradeya ‘em ji mirinê mezintir in’
Çarşem 21 Gulan 2025 - 03:40
- Delegeyên Kongreya 12’an Ferhat Amed, Seyfî Zogurlu û Şiyar Amed axivîn û diyar kirin ku ew PKK’ê rih da gelekî mirî, bi hewldana Rêber APO û PKK’ê gelê Kurd bû îrade û niha çarenûsa Kurdan û herêmê diguhere.
PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê lidar xist. Encamname û biryarên kongreyê di 12'ê Gulanê de bi raya giştî re hatin parvekirin. Ji delegeyên kongreyê Ferhat Amed li kongreyê ev nirxandin kir:"Destpêkê ez silav, hezkirin û hurmetê xwe ji Rêber Apo re dişînim. Di şexsê heval Fuat û Riza de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Dema ku tevgera Apoyî derket, em dizanin ku gelê Kurd mirî dihat hesibandin. Êdî hebûn û tunebuna gelê Kurd dihat nîqaşkirin, tevî ku hin rêxistinên Kurd hebûn jî hîn dihat nîqaşkirin ka heye yan na. Têkoşîna ku heya niha PKK’ê meşandî, ne tişteke hêsan bû. Yanî tu miriyekî ji tirbê derxînî û jinûve ruh bidiyê û tû bînî asteke welê ku bikare bifikire, li xwe xwedî derkeve û bibe ayîdê xwe. Ev ne tişteke asayî bû. PKK’ê ew gelê mirî, zindî kir. Di encama vê de gelekî weke gelê Bendava Tişrînê derket. Li gorî min di dîroka mirovahiyê de tişteke mîna li Bendava Tişrînê çênebûye. Cenazeyên wan li erdê ne, lê tilîliyan diavêjin û govendê digerînin. Gotin, em ji mirinê mezintir in. Rêber Apo ew gel anî rewşeke wisa. PKK’ê gelek şoreş di bingehê xwe de ava kir. Mesele şoreşa jinê di dîrokê de şoreşek yekem e. Gelê Kurd îro bûye hêviya gelên bindest. Hemû jinên cîhanê jî niha hebûna xwe di hebûna jinên Kurd de dibînin. Divê em xwedî li van nirxan derbikevim. Di vê pêvajoya nû de jî ez soz didim bibim layiqê van nirxan."
Şerê ku niha bê kirin hîn zehmet e
Seyfî Zogûrlû jî ev nirxandin kir:"Destpêkê ez jî silav û hezkirinên xwe ji bo Rêber Apo dişînim. Her wiha şehîdên mezin heval Fuat, Riza, Sara û hemû şehîdên têkoşînê bi bîr tînim. Rêbertî gelekî li ber tunebûnê anî vê astê. Rêbertî di nava çar dîwaran de hemleyên ku komployên dijmin û hêzên navneteweyî têk bibin, pêş xistin. Rêbertî her tim astên heyî kir bingehê geşkirina têkoşînê û em nêzî serketinê kirin.
Dibe ku hin kes û derdor li gorî xwe şîrove bikin, binirxînin. Dema mirov li çapemeniya Tirk dinêre, wisan nîşan dide ku weke PKK bin ketiye, êdî nikare şer bike, bi vî rengî dixwazin pêvajoyê berevajî bikin. Heqîqetek heye, heqîqet çiye? Bi hewldana Rêber Apo û têkoşîna PKK’ê gelê Kurd bû xwedî îrade. Garantiya tevgera azadiyê, garantiya azadiya gelê Kurd, garantiya her kesê çekên ku di destê me de ne, ev hêza bi paradîgmaya Rêbertî hatî rêxistinkirin e. Mijara çek danînê jî helwesteke me ya di vê çarçoveyê de bû. Mijara zagonî, zagona bingehîn divê bên garantîkirin. Divê em gavên bi vî rengî ferz bikin. Rêbertî alternatîfan dide pêşiya me. Ji bo me pêvajoyeke nû destpê kir. Şerê ku niha were meşandin, hîn dijwartir e. Di warê siyasî, warê îdeolojîk, dîplomatîk, xebatên avakirinê de niha pêvajoyeke hîn dijwartir li pêşiya me ye. Em bi fikrê Apoyî mezin bûne. Beriya PKK ava bibe jî em Apoyî bûn, niha jî em Apoyî ne. Di vê çarçoveyê de helbet baweriya min jî heya dawiyê heye. Hêz, zanist û xuliqdariya Rêber Apo PKK ji gelek tengaviyan rizgar kiriye, dê vê carê jî bi serketinên hîn mezintir PKK’ê tacîdar bike."
Çarenûsa çîrokê diguhere
Ji delegeyên kongreyê Şiyar Amed di şexsê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn û Sakîne Cansiz de bi bÎranîna şehîdan dest bi axaftina xwe kir. Şiyar Amed ev nirxandin kir:"Rêber Apo jixwe sedemên fesixê şîrove kir, hevalan jî bal kişandin ser. Ez dixwazim bi kurtî bi zimanê çand û hunerê, pêvajoya ku bi serê min hatî bi hevalan re parve bikim. Rêber Apo zimanê gelek çîrokan guhert, qedera gelekî guhert, qedera mirovahiyekê diguhere. Di pêvajoya Îmraliyê de bi mîtolojiyê, wêje û hunerê hewl da gelek vebêje, destpêkê Hektor mînak nîşan da, pirs kir: ‘Ez çima nebûm Hektor?’ Gotibû, Hektor lehengî kir û Anadolû ket. Ji bo wê demê got, ez nebim Hektor, niha lehengî nekirin lehengiya herî mezin e û bi gelên Anadolû re azadî û rizgariyê îfade dike, bersiva vê îro bi gelên Tirkiye, bi gelên Anadolûyê re, bi rengekî ku ji bîranîna Sirri Sureyya Onder re bibe bersiv, niha qedera vê çîrokê diguhere. Du hunermendên mezin, du tehtan tînin, dibêjin ‘Teht bixeritînin û berhemeke hunerî biafirînin’. Dema yek ji wan tehtê dixeritîne, kopyayek bêhempa derdixîne holê. Yê din jî tehtê xwar dihêle. Lê dibêje werim nêz, dema diçin nêz dibînin ku ew ê teht xwar hiştî, teht zindî kiriye, enerjî jê difire. Yanî Rêber Apo her tim cewher derxist holê, hunera rast ev e. Hunermendê herî mezin Rêber Apo ye. Em ketin deriyê heqîqetê, her derî di gelek merheleyan re derbas dibe, hevalan jî bal kişand ser, em ê hîna di qonaxên nû re derbas bibin. Herî dawî, têkildarî guhertinê ez dixwazim bi çîrokek kurt axaftina xwe bi dawî bikim; Teyrên pîr eger ji canê xwe aciz nebibin, nikil û baskên xwe li tehtan dixin, hem nîkil hem jî baskên xwe dixînin erdê, lê êşeke pir mezin dikêşe. Eger vê yekê berçav bigire, piştî ev xist erdê li şuna wê yên nû çêdibin. Bi nîkil û baskên nû û heybeteke bê hempa car din dest bi firînê dike. Weke tevger helbet em pîr nebûne, lê em jî ketineke demeke welê ku em car din bi heybetekê ji nû ve ji dayik bibin. Ez wê kelecanê di hevalan de jî hîs dikim. Ya din jî Rêbertî timî bi pênaseya wateyê nêz bû. Yanî di dema ku em dikevinê de, asoyên nû li pêşiya me vebûn ku em vê hezkirin û dilsoziya xwe bixin pratîkê. Gelên Çermesor ji kesekê re nabêjin ‘ez ji te hez dikim’, li şuna wê dibêjin, ‘ez te fêm dikim’. Wateya vê yanî ‘ez ji te hez dikim’, Rêbertî jî got, ‘bicih anîna wateyê’."
BEHDÎNAN