Em dilsozê stratejiya Rêber Apo ne
Şemî 17 Gulan 2025 - 03:35
Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li du qadên cuda bi beşdariya 232 delegeyan pêk hat. Biryarên kongreyê di 12'ê Gulanê de hatin eşkerekirin. Kongre li ser bingeha Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo li hev civiya. Ji delegeyên kongreyê Cûma Bilikî nirxandineke bi vî rengî kir:"Eger ev dewlet gavan neavêje em ê parçe bikin, li gorî wê gavan biavêjin. Eger dewlet vê nêzîkatî û hêza me bibîne wê neçar bimîne ku gavê biavêje. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, hevalên me yên girtî azad nabin û mafên gelê Kurd garantî nebin, em ê gavên cuda biavêjin. Ev hêza Tevgera Apoyî heye. Ev hêza gelê Kurd heye. Her kes zane dem dema Kurdan e. Eger em pêşengiyeke rast bikin em ê karibin bi ser bikevin. Di vê demê de divê em bi vê kelecanê bin. Di vê çarçoveyê de divê em nêzîkatiyê nîşan bidin. Herî dawî, Rêber Apo nêzîkatiyeke stratejîk nîşan da û em girêdayî vê stratejiyê ne. Ji bo Tirkiyeyê jî ji bo tevahiya herêmê jî qala civaka demokratîk, xwişk û biratiya gelan û jiyana bi hev re tê kirin. Ev mijareke stratejîk e. Em ji vê stratejiyê bawer dikin, rast dibînin û dixwazin pêk were. Di vê çarçoveyê de em têkoşîna xwe dewam dikin. Lê belê hêzên dagirker ên li Kurdistanê eger vê qebûl nekin alternatîfên me yên cuda jî hene. Divê em vê yekê bi dagirkeran bidin hîskirin."
BEHDÎNAN