Ji heyeta Îmraliyê daxuyanî

Sêşem 20 Gulan 2025 - 03:50

Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê ku îro bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, der barê hevdîtinê de daxuyaniyek nivîskî da. 

Endamên Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Faîk Ozgur Erol ji bo dîtinê çûbûn Îmralî. Heyetê piştî hevdîtinê daxuyaniyek da. 

Daxuyanî wiha ye: 

“Ji bo cara dawî bi Sirri Sureyya Onder re neaxivîm, di dilê min de ma. Bîranîneke wî ya bi nirx heye. Divê bê jiyîn. Ji bo Tirkiyeyê keseke zana bû. Em ê valatiya wî nedin hîskirin. 

Li ser hiqûqa wekheviyê pêwîstî bi peymaneke nû heye.Tişta em dikin guherîneke mezin a pradîgmayê ye. Cewherê têkiliyên Kurt-Tirk cuda ye, ya tê xirakirin têkiliyên wekheviyê  ye. 

Xwişk-bira şer dikin, lê yek bê ya di nabe. Ew xefik û mayînên ku vê tikiliyê xirab dikin, yek bi yek em ê paqij bikin. Rêyên xirabûyî, pirên hilweşiyayî hemû çêbikin. 

Bi rêya şandeya xwe, peyam û hêviyên piştevaniyê yên ji bo min û girêdayî pêvajoya aştî û biratiyê dîsa nameyên rewşenbîran şandî di kesayeta Alain Badoou û Slavoj Zixek de spasiyên xwe pêşkêş dikim. Em ê bi xebatên hevpar ên enternasyonalîst û sosyalîst hev bibînin. 

18’ê Gulana 2025”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.