Ew rêyek bûn em li ser wê rêyê ne
Sêşem 20 Gulan 2025 - 03:35
- Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Kolnê bi merasîmekî bi heybet hatin bibîranîn. Xwişka Riza Altûn, Zohre Altûn axivî û got:“52 salan bêyî sekin têkoşiyan. Ji bo em bibin layiqê bîranîna wan divê em hîn bêhtir bixebitin.”
Ji Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn li eywana Gewerbegebiet Pesch a bajarê Koln ê Elmanyayê bi merasîmekî bi heybet hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya KCKD-E, TJK-E û KOMAW’ê ve hat lidarxistin.
Malbatên şehîdan, xwişka Riza Altûn, Zohre Altûn, xwarzê Riza Altûn, Nûrdogan Aydogan, xwişkên Alî Haydar Kaytan, Ferîde Kaytan, Selma Kaytan û xwarzê Alî Haydar Kaytan Dogan Bariş Abbasoglû, Hevserokên KCKD-E’yê Zubeyde Zumrut, Engîn Sever, Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs, nûnerên saziyên Kurd, rojnamevan, siyasetmevan, hunermend û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn. Gelek saziyan jî çeleng şandin bîranînê. Girseya gel a tevlî bîranînê bûn, li ber avahiya bîranînê ji aliyê malbatên Kaytan, Altûn û Hevserokên KCKD-E’yê ve hatin pêşwazîkirin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştî rêzgirtinê girseyê bi yek dengî dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Piştre Pîr Huseyîn Bîldîk ji bo Gulbangê derket li ser dikê.
Piştî Gulbangê peyama Rêber Apo ya ji bo bîranîna Kaytan û Altûn hatibû şandin hat xwendin. Piştî peyam hat xwendin girseya gel bi yek dengê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyana nabe” berz kirin. Dû re helbesta Alî Haydar Kaytan a ji aliyê hevrêyê wî Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ve hatiye xwendin hat guhdarkirin.
Rastiya gelekî derxistin holê
Di bîranînê de xwişka Riza Altûn, Zohre Altûn axivî û got:“Di şexsê hevrê Riza de ez hemû şehîdên şoreşê bi rêz û minet bi bîr tînim. Riza di koma yekem de bi hevalan û Rêber Apo re li Enqereyê hevdu naskirin. Kemal Pîr gava diha malê hemû berpirsyarî digirt li ser milê xwe. Dayika min digot, ‘Di wî de rêbertî û biryardarî heye’. Dû re Rêber Apo hat mala me. Hakî hat. Dayika min ji Hakî re digot, ‘Min ji Hakî hez kir, ew kedkar bû. Min ji Kemal hez kir, ew şervanê heq û gel bû. Min Riza da kêleka wan. Mezlûm jî deryaya zanîstê bû.
Ji keviran û çiyayan re vebêjin
Hatin girtin… xistin girtîgeha Amedê. Dema ez çûm hevdîtina Kemal, min ji wî re got, ‘Ji derve re em 3-5 malbat man’. Wî jî ji min re got, ‘Têkoşînê ji kevir û çiyayan re bibêjin. Çiya û kevir wê ji we fêm bikin. Hûn bibêjin. Biçin li ba gel.’ Hevrê Hayrî gava ber bi mirinê ve diçû digot li ser kêla gora min binivîsin deyndar e, ‘Ji ber min erkên xwe yên li hemberî partî û gelê xwe pêk neanîn’Me ji wê deynê hez kir û me xwest em wê deynê bidin. Kemal timî digot, ‘Li pey me nekin girî û xwedî li têkoşînê derkevin’ Ji bo wê ez îro naxwazim bigrim. Lê qirika min tijî ye û nikarim bibêjim. Dayika min Riza da ba Kemal. Komek Riza hebû. Kemal ji Riza re got, ‘Tevlî me bibe’. Riza ji Kemal pirsî, ‘Hûn çend kes in’. Wî jî got, ‘Em 5-6 kes in’ Riza jî got, ‘Wê demê hûn tevlî me bibin’ Kemal piştre ew bir li ba Rêber Apo. Riza bi vî rengî tevlî partiyê bû. Piştre li Girtîgeha Amedê li ber xwe da. 52 salan bêyî sekin têkoşiyan. Îro barek nû ketiye li ser milê me. Ji bo em bibin layiqê bîranîna wan divê em hîn bêhtir bixebitin.”
Ew rêyek bûn
Xwişka Alî Haydar Kaytan, Ferîde Kaytan jî wiha got: “Şehîdan bi xwîna xwe gotinên xwe li ser axê nivîsin. Ew rêyek bûn. Em jî şopdarên wê rêyên e. Tevgera Azadiya Kurd îro rûpelek nû vekir. Ji gelê me re li ser xêrê be. Lê divê pêvajoyê de erk û karên dikevin li ser milê me giran e. Divê em hîn bêhtir bixebitin.” Dû re peyama birayê Alî Haydar Kaytan, Hayatî Kaytan ku ji girtîgehê şandibû hat xwendin. Li ser navê Tevgera Azadiya Kurdistanê Ferda Çetîn jî axivî. Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatibû amadekirin hat pêşandan. Dû re li ser navê TJK-E’yê Cahîde Goyî, Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs jî axivîn. Dû re malbatên şehîdan, xwşika Mazlûm Dogan, Nezaket Dogan, xwişka Hayrî Dûrmûş, Ayten Dûrmûş, rêveberê KOMAW’ê Alî Konkûrt, ji TJK-E’yê Ayten Kaplan, Mehmet Demîr û Sadik Dogan axivîn. Pişt re loqme hatin belavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN