Şehîd bi heybet hatin bibîranîn

Sêşem 20 Gulan 2025 - 03:30

Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn û herwiha şehîdên meha Gulanê li seranserî Ewrûpayê bi merasîmên bi heybet hatin bibîranîn.

SWÎSRE

Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li bajarê Grenchen ê Kantona Solothurn ê Swîsreyê bi merasîmekî bi heybet hatin bibîranîn. Di merasîmê de îşaret bi têkoşîna Kaytan û Altûn ya zêdeyî nîv sedsalî hate kirin û peyama “Em ê xeyalên wna pêk bînin” hat dayîn.

RÛSYA

Li Rûsyayê ji bo şehîdên Meha Gulanê mewlûd hate dayîn

Li navçeya Tambovê ya bajarê Miçûrinskê ya Rûsyayê ji bo şehîdên Meha Gulanê mewlûd hate dayîn.

Li paytexta Rûsya Moskowê ji bo cangoriyên meha Gulanê civînek li Mala Kurdan hate lidarxistin.

AVÛSTÛRYA

Komaleya Çand û Hûnerê ya Sara ku li Eyaleta Vorarlberg a Awistiryayê xebatê dimeşîne, ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn çalakiyek li dar xist.

Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li paytexta Awistirya Viyanayê hatin bibîranîn. Çalakî ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de helbesta Alî Haydar Kaytan a “Ez mirov im” hate xwendin.

Li bajarê Innsbruck ê Awistiryayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîma bîranînê hat lidarxistin.

FRANSA

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê di şexsê kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de Şehîdên Meha Gulanê bi çalakiyekî hatin bibîranîn. 

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê (DKTM) ji bo bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn û Şehîdên Meha Gulanê çalakiya bîranînê li dar xist.

Li bajarê Nantes kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatin bibîranîn. Gelek kes tevlî bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Nantesê hat lidarxistin bûn. 

Li bajarê Reîmsê jî di şexsê navên sembola PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn û Seyfettîn Tûtmaz de Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn.

Li bajarê Mulhosê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve di şexsê Altûn û Kaytan de ji bo hemû Şehîdên Meha Gulanê û Sirri Sureyya Onder çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Li bajarê Rennesê bi tevlîbûna gelek kesan ji bo şehîdên nemir çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn şehîdên Meha Gulanê Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Halîl Çavgun, Çaran, Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn li bajarê Saint-Avold ê Fransayê hatin bibîranîn. 

YÛNANÎSTAN

Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn li paytexta Atîna Yewnanistanê hatin bibîranîn. Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin. Li cihê bîranînê wêneyê Rêber Apo, Kaytan û Altûn hatin danîn. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de axaftin hatin kirin û sînevîzon hat pêşandan.

FÎNLANDIYA

Şehîdên Meha Gulanê û ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Hakî Karer, Alî Haydar Kaytan (Fûat), Riza Altûn û endamê Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê hatin bibîranîn. Di bîranînê de axaftin hatin kirin û li ser jiyana şehîdan sînevîzyon hat pêşandan.

ÎTALYA

Li paytexta Îtalya Romayê ji aliyê Komaleya Çanda Kurd a Ararat ve ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de sînevîzyona li ser Altûn û Kaytan hate pêşandan.

ELMANYA

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê di şexsê kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Civaka Demokratîk a Kîelê hat organîzekirin û gel bi girseyî tevlî bûn.

Li paytext Berlînê ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Dest Dan-Hêvî û Nav Berlînê hat organîzekirin, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Berlînê pêk hat.

Li bajarê Mannheimê çalakiya ku ji bo Şehîdên Meha Gulanê hate lidarxistin, diyarî ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate kirin. Di bîranînê de helbesta “Ez mirov bûm” hate xwendin û kêliyên hestiyar hate jiyîn.

BELÇÎKA

Li bajarê Anvers ê Belçîkayê jî ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn çalakî hate lidarxistin.

SWÊD

Li paytexta Swêd Stockholmê ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Çalakiya bîranînê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.