Ocalan piştgiriyeke dîrokî kir

Çarşem 21 Gulan 2025 - 03:30

Jin li Sûdanê rastî yek ji xirabtirîn qeyranên mirovahî yên di dîrokê de tên piştî şerê navxweyî yê ku di sala 2023an de dest pê kir. Di dema ku hejmara mirovên di bin xetereyê de ji 12 mîlyonî derbas dibe, destavêtina sîstematîk, destavêtina komên çete û koletiya zayendî ya li ser jinan hîn zêdetir bûye. Yek ji navên ku beşdarî kongreya NADA bûye Nîmat Koko Muhammed ê Sûdanî ye. Nîmat Koko Muhammed got:"Ez li ser geşepêdan, aboriya alternatîf û pirsgirêkên zayendî lêkolînan dikim. Li Sûdanê dema behsa mafên jinan tê kirin, jinên Sûdanî di dîrokê de bi têkoşîna xwe ya bi tevgera demokrasiyê re tên naskirin. Ji sendîkayan heta komeleyên ciwanan, ji hunermendan heta rewşenbîran, di gelek qadan de cih girtine. Bi dest xistine mafên xwe yên aborî, civakî û siyasî.”

Jin hêmanên bingehîn in

Nîmat Koko Muhammed, anî ziman ku li gelek qadan mafên jinên Sûdanê rastî êrişan hatine û got:"Biryara yekemîn a her darbeya leşkerî hilweşandina partî, sendîka û rêxistinên jinan e. Lewma hebûna jinên Sûdanê bandoreke rasterast li ser têkoşîna aborî û civakî ya jinan dike û mafên ku wan bi dest xistine gelek caran hatine qutkirin, ya ku bi rastî jî ew e ku beriya şer li Sûdanê dest pê bike, di vê şoreşê de jin û ciwan ji sedî 70’ê tevgerê bûn. Sedema sereke ya ku ji sedî 70'ê tevgera kolanan li Sûdanê jin in, ew e ku ew bi xwe ji tundiya dewleta olî, ji siyasetên zordar û zagonên îslama siyasî rastî êş û azarê hatine. Ji ber vê yekê ev jin hem di kolanan û hem jî di şoreşê de hêmaneke bingehîn bûn. 

Civaka demokratîk derfeta wekheviyê ye

Nîmat Koko Muhammed, diyar kir ku li Sûdanê tevî ku li herêmên din qedexe ye hîna jî sinetkirina jinan tê kirin û got:"Ev sepandin bi serdestiya pergala baviksalarî û çanda civakî ve girêdayî ye, bi taybetî kevneşopî û edetên li gundewarên Sûdanê. Lê malbatên xwende bi gelemperî van kevneşopiyan pêk naynin. Sê keçên min hene. Pirsgirêkên di vî warî de girêdayî ye ku dewlet bi polîtîkayên qanûnî ve girêdayî ye û her cure cudakariya li dijî jinan û keçan ji holê rabike, ev pêkanîn bi saya perwerdehiyê û zêdebûna hişmendiyê dest pê kiriye, wê kampanyayên li dijî vê fikrê bidomin û ev pirsgirêk bi bandortir were derbas kirin. Nîmat Koko Muhammed diyar kir ku wê gelek pirtûkên li ser Rêber APO xwendine û me ji manîfestoya wî gelek sûd girt û got:“Dema ku Abdullah Ocalan behsa têgeha ‘neteweya demokratîk’ kir, tevkariya rewşenbîrî ya dîrokî ji me re kir. Civaka demokratîk îmkanên wekhev pêşkêşî jinan dike." 

JINNEWS/DÎLAN BABAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.